Parlamenterê Fransî Girard: Li Rojava ewlehiya Kurdan ji bo aştiya mayînde şert e

Parlamenterê Ekolojîst ê Fransî Damien Girard, diyar kir ku li Rojava êrîşên li ser sivîlan binpêkirina eşkere ya hiqûqa şer e û got ku ewlehiya Kurdan şerta pêşîn a aştiya mayînde ye.

Parlamenterê Ekolojîst ê Meclisa Neteweyî ya Fransayê Damien Girard, di dema ku êrîşên li ser Rojava û binpêkirinên li ser sivîlan didomin de, di serdana heyeta piştgiriyê ya ji bajarê Lorientê de bersivên pirsên ANF’ê da. Girard peyama piştgiriya ji gelê Kurd û sivîlan re ragihand û destnîşan kir ku divê Fransayê di mijara Rojava de rola dîplomatîk a çalaktir, biryardartir û berbiçavtir bigire ser xwe.

Girard di bersiva pirsa li ser piştgiriya dîplomasiyeke çalaktir a Fransayê ya mijara Rojava de got ku divê Fransa hemû derfetên xwe ji bo çareseriyeke siyasî ya ku rêz li mafên bingehîn ên Kurdan bigire û armancê aştiya mayînde bike, bi kar bîne. Her wiha Girard bal kişand ser Yekîtiya Ewropayê jî û got divê têkiliyên bazirganî wekî amûreke zextê bi kar bîne û beşdarî pêvajoyê bibe.

“ÊRÎŞÊN LI SER SIVÎLAN EŞKERE BİNPÊKİRINA HIQÛQA ŞER E”

Girard di bersiva pirsa li Rojava êrîşên li ser sivîlan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ne an na de, diyar kir ku wekî parlamenterê muxalefetê nikare bi navê hikûmetê biaxive, lê belê êrîşên li ser sivîlan binpêkirina eşkere ya hiqûqa şer e. Girard got ku divê aştiyeke guncav mîsogeriyên ewlehî û xweseriyê yên bi têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê re têkildar bigire nav xwe.

Di bersiva pirsa divê Fransa li ser aktorên piştgirî didin DAÎŞ û komên têkildar cezayan ferz bike an na de, Girard got ku ji bo ewlehî û xweseriya Kurdan were peydakirin, divê Fransa hemû amûrên dîplomatîk û siyasî bi kar bîne. Girard diyar kir ku ger ev amûr têr nekin, cezayên aborî jî dikarin bên rojevê.

“LI HEMBER QEYRANÊN MIROVÎ DIVÊ ALÎKARÎ BÊN ZÊDE KIRIN”

Girard di bersiva pirsa alîkariya mirovahî ya Fransayê ji Rojava re pêwîst e an na de, bibîr xist ku Fransa gelek sal in piştgirî dide Kurdên Rojava. Girard got ku li hember qeyranekê mirovahî ya muhtemel, divê Fransa û Yekîtiya Ewropayê alîkariyên xwe zêde bikin û bang li rêveberiyên herêmî û şaredariyan kir ku piştgiriya Rojava bidin.

Di bersiva pirsa Fransa dê ji bo parastina sivîlan di asta navnetewî de înîsiyatîf bigire an na de, Girard ragihand ku Fransa bang li agirbestê kiriye û pêşniyar kiriye ku malovaniyê danûstandinan bike. Girard got ku ev yek ji bo Fransayê fersendeke girîng e ku rola xwe wekî hevalbendê Kurdan ji nû ve piştrast bike.

“BANDORÊN GIRAN A MIROVAHÎ Û JÎNGEHÊ YA ŞER HENE”

Girard di nirxandina xwe ya li ser bandorên mirovî û jîngehê yên şer de got ku şer ne tenê encamên giran ên mirovî, wêrankirina ekolojîk jî diafirîne. Girard diyar kir ku di pêvajoya ji nû ve avakirinê de divê Fransa û Yekîtiya Ewropayê hem aliyê ekolojîk hem jî aliyê civakî bi hev re berçav bigirin.

Girard di bersiva pirsa gavên wan ên pêşerojê yên li ser Rojava dê çi bin de bersiveke zelal da. Girard got ku ew piştgiriya xebatên parlamenter Danielle Simonnet dike ku bi înîsiyatîfên xwe yên piştgiriya gelê Kurd tê naskirin û di rojên pêş de rewşa Rojava dê bîne rojeva Meclisa Netewî. Dê pirseke nivîskî ji hikûmetê re bişîne û banga parlamenterên Partiya Ekolojîst jî bike ku di heman rê de gav bavêjin.