Li Marsilyayê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Li bajarê Marsilya yê Fransayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Polîsan bi gaza rondikrêj û copan êrîşî girseyî kirin.
Li bajarê Marsilya yê Fransayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Polîsan bi gaza rondikrêj û copan êrîşî girseyî kirin.
Li bajarê Marsilya yê Fransayê piştî çalakiya girseyî ya ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava, polîsan mudaxeleyê kirin.
Polîsan piştî meşa ku ji Qada Canabiere heta Walîtiya Marsîlyayê dewam kir, êrîşî çalakvanan kirin. Polîsên Fransayê ku di derdora Walîtiyê û rêya meşê de tedbîrên ewlehiyê girtin, belavbûna girseyê xwestin. Çalakvanan bertek nîşanî mudaxeleyê dan. Li kuçeyan di navbera polîs û çalakvanan de alozî derket.
Polîsan gaza rondikrêj û cop bi kar anîn. Çalakvanan tevî êrîşa polîsan jî destnîşankirin ku ew ê protestoyên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava bidomînin û gav paşde neavêjin.
Ciwanên Kurd ku tevlî çalakiyê bûn bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li dijî êrîşên li ser Rojava protesto kirin û bang li rayedarên Fransî û saziyên Ewropayê kirin ku helwestekî zelaltir û çalak bigrin.