BI DÎMEN

Li London, Hull û zanîngehê çalakiyên 'Rojava biparêze' 

Di serî de li paytexta Îngiltere London û gelek bajaran Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya "Rojava biparêze" çalakî li dar xistin û bi gotina "Bijî berxwedana Rojava" Rojava silav kirin.

Li paytexta Îngiltere Londonê çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Londonê li herêma Enfield kom bûn. Bi hezaran kesên ku ji karker û xwendekaran bigire heya oldar, rêxistinên çepgir ên şoreşger û enternasyonalîst beşdarî çalakiya 'Rojava biparêze' bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir.

Girseyê gelek caran bi zimanên Îngilîzî û Kurdî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Kurdistan", "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Hands off Kurds” û “Save Rojava” berz kirin. Di çalakiyê de pankart û dovîzên ku êrîşên çeteyên aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin şermezar dikirin, hilgirtin. Balkêş bû ku jinên ku hatibûn çalakiyê ji bo protestokirina birîna porê şervanek jin ji aliyê çeteyên HTŞ'ê ve li Reqayê, porê xwe hûnandin

Di çalakiyê de  alên YPG û YPJ'ê û alên Kurdistanê hatin hilgirtin. Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Songul Mereş û Nejla Arî û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Baran Sûrûç axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dostên gelê Kurd dê ji her demê bêtir li dijî êrîşên li ser Rojava li ber xwe bidin û têbikoşin û gotin, "Em ê welatê xwe, rûmeta xwe û Rojava biparêzin."

Piştî peyamên rêxistinên girseyî yên demokratîk hatin xwendin, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ber bi Angela Corner ve meşiyan. Di meşê de, bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava", "Terorîst Erdogan" û "Terorîst Colanî" hatin berzkirin, ciwanan jî li ber sirûdên şoreşgerî çepik lêxistin. Xelkê derdorê derketin ser balkonên xwe piştgirî dan çalakiyê û wesayîtan jî ji bo piştgiriyê qorneyên xwe lêxistin.

Bi hezaran kesan li Angela Cornerê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan hewl da ku êrîşî girseyê bike. Ji ber hewldana polîsan pevçûnek kurt çêbû. Bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Rojava" bertek nîşanî polîsan dan. Çalakî bi xwendina sirûdan bi dawî bû.

LI BER KOLEJA KINGSÊ ÇALAKÎ

Xwendekarên Kurd li Londonê di çarçoveya çalakiyên "Parastina Rojava" de, li ber Koleja Kings kom bûn. Bi sedan xwendekarên Kurd beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir. Xwendekaran timî dirûşmeyên "Bijî Rojava", "Bijî berxwedana Rojava" û “Terorîst Colanî” berz kirin û alên YPG û YPJ û alên Kurdistanê hildigirtin. Di çalakiyê de sirûdên Rojava hatin gotin, belavok hatin belavkirin.

Axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin bal kişandin ser berxwedana fedaî ya şervanên Kurd li Rojava û gotin: "Rojava rûmet e. Rojava welatê azadî, demokrasî û jiyana wekhev a li dijî kapîtalîzma hov e. Rojava keleha berxwedanê ya li dijî barbarîzmê ye.” Piştî axaftinan, xwendekarên Kurd demek dirêj çalakiya xwe domandin.

KURDISTANÎ Û DOSTÊN WAN LI HULLÊ LI SER PIYAN E

Li Hull a Îngiltereyê, bi sedan Kurd û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Paragonê kom bûn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava azad bike", "Terorîst Colanî" û "Bijî Rojava" hatin berzkirin.

Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku Rojava di dilê hemû mirovahiyê de cihekî taybet digire û gotin, "Em ê Rojava li dijî çeteyên terorîst ên cîhadîst biparêzin.