KCDK-E’yê hişyariya ‘Rê nedin provokasyonan’ da

KCDK-E’yê bang li gel kir ku di çalakiyên girseyî yên Ewropayê de ku li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ û HTŞ’ê tên lidarxistin, li dijî provokasyonan hişyar bin.

KCDK-E’yê derbarê çalakiyên girseyî yên ku li Ewropayê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava tên lidarxistin, daxuyanî da. KCDK-E’yê bang li gel kir ku rê nedin provokasyonan û di dema çalakiyan de helwesta xwe ya bibiryar bidomînin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Gelê me li dijî hêzên qirker ku dixwazin Şoreşa Rojava bitepisînin, li her derê cîhanê tevî dostên xwe li qadan li ber xwe didin. Ev xeta berxwedanê ji Rojava re bûye hêz û moral. Ger helwesta bêdem û bibiryar were domandin, wê encamgirtin pêkan be. Ji ber vê yekê divê rê li tu provokasyonên ku dixwazin armanca bingehîn a berxwedana bi milyonan kesên li kolanan têk bibin û berê wê biguherînin, neyê dayîn.

Em ê berxwedanê bi hêza xwe ya ku bi milyonan kesan bi hev re girêdaye û bi mafdariya xwe nîşan bidin. Em bi vî rengî dikarin bihêlin ku gel têkoşîna me ya mafdar bibînin û tevlî me bibin. Ji ber ku em mafdar in û em ê bi ser bikevin.”

Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe û her kesên bi hestiyar dikin ku di çalakiyan de li hemberî rêbazên ku wê provokasyonê çêbikin bi hestiyar bin û hêza têkoşîna xwe ya bi rûmet nîşan bidin.”