BI DÎMEN

Li Elmanyayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re: Rojava biparêzin!

Kurd û dostên wan li gelek bajarên Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan protesto kirin û banga piştevaniya navneteweyî kirin.

Kurd û dostên wan ên li bajarên cuda yên Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk ênli ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyan li dar xistin. Di meş û mîtîngên bi dirûşma "Rojava Biparêze" de, daxwaza rawestandina êrîşan, parastina destkeftiyên li Rojava û bidawîkirina bêdengiya dewletên Ewropî hat kirin.

KOLN

Kurdên li bajarê Koln ê Elmanya dijîn, ji bo piştevaniya bi Rojava re di saet 18:00’An de li Messe Deutzê mitîngek li dar xistin. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û ji bo agahdarkirina bûyerên Kobanê serdana kargehên li derdor hate kirin.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku ji ber qutbûna av û elektrîkê nêzî 400 hezar kes bê av mane, û hate destnîşankirin ku ev yek sûcê şer e.

Zozan Rojava ku di mîtîngê de axivî wiha got, "Dostên me yên Elman xwe amade kirine. Ew ê bi rê bikevin. Ew ê biçin Kobanê." Axaftin ji aliyê girseyê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Girseya ku di saet 7'an de dest bi meşê kir, li ser Pira Deutz Çemê Ren derbas kir û gihîşt herêma dîrokî ya Altstadt a Kolnê. Di mîtînga duyemîn a li wir de hat gotin ku Rojava li dijî çeteyên faşîst têkoşîna hebûnê dimeşîne.

HAMBURG

Meclîsa Gel a Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKHM) ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Hauptbahnhofê heta Rote Flora ya li semta Sternschanze meşek girseyî li dar xist.

Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên,  “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat – Solidaritat mit den Protesten im Iran!” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen! hatin hilgirtin.

Beriya meşê, polîsên Elman wesayîtên di kortejê de dorpçê kirin û alên YPG û YPJ desteser kirin. Girseyê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana YPG-YPJ" bertek nîşanî vê destwerdanê da. Di çalakiyê de, jinên ciwan, li hember birîna keziyê şervanekî YPJ’ê, porê xwe kezî kirin û pêşengiya berxwedanê kirin. Jinan, bi tilîliyan peyama "Em ê xwedî li berxwedana jinan derkevin" dan.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Adalet Amed di çalakiyê de axivî û wiha got, “Îro dixwazin Rojava tune bikin. Polîtîkayên ku tên ferzkirin, wê neyên qebûlkirin. Berxwedan gun bi gund, kolan bi kolan dewam dike. Roja roja xwedîderketina li Kurdistan û Rojava ye. Qirîna Rojava, qirîna azadiyê ye.”

Çalakî bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kielê, bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên li Rojava, çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Kurd û dostên wan, di 22’ê Çileya 2026’an de di saet 15:30’an de li pêşiya Meclîsa Eyaleta Kielê ya li Landtag-Kiel Dusternbrooker Weg 70 li hev civiyan û bertek nîşanî êrîşan dan.

Mitîng ji bo şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên çalakiyê de yek jî sedemên bingehîn ên komkujiyên li ser Kurdan bêdengiya hêzên koalîsyona navnetweyî û dewletên Ewropayê ne. Axaftvanan bang li welatên Ewropî kirin ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, tavile gavên şênber biavêjin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Kurdistan yek welat e” û “Yek e, yek e gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.

LUBECK

Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava meşekî girseyî hate lidarxistin. Girseyê piştre ji Am Bahnhofê ber bi  Korkmarktê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî QSD” û “Rojava, Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin.

Beşdarên çalakiyê bal kişandin ser êrîşên ku li Rojava û herêmên cuda ên Kurdistanê tên meşandin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê eyaleta Hessenê, ji bo piştevaniya bi Rojava re meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî meşê bûn.

Girseya ku li Qada Luisenplatzê li hev civiyan, piştî deqîqeyek rêzgirtinê ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û peyamên piştevaniya berxwedana Rojava hatin hilgirtin. Meş bala welatiyên li derdor jî kişand.

Piştî meşê mitîng hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ne tenê li Ewropayê li çar aliyên cîhanê rabûne. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Kujer Colanî” û “Kujer Erdogan” bi dawî bû.

HANNOVER

Li eyaleta Niedersachsen ê Elmanyayê bi pêşengiya Kurdische Gemeinde Niedersachsen ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya avahiya Parlamentoya Eyaleta Niedersachsen (Niedersachsischer Landtag) pêk hat.

Gelek kes tevlî çalakiya ku îro li Hannoverê hate lidarxistin bûn û bang hate kirin ku êrîşên li ser gelê Rojava tavile werin rawestandin.

Beşdarên çalakiyê destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan hêviya pêşerojeke azad û demokratîk e.

Beşdaran ragihandin ku ew ê têkoşîn û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava bidomînin. Çalakî li Stasyona Trenê ya Navendî bi dirûşmeyên ciwanan bi dawî bû.

GIESSEN

Li Qada Kirschenplatz ê bajarê Giessen ê Elmanyayê, bi armanca piştevaniya Rojava mitîng hate lidarxistin. Bi sedan kes û nûnerên Elewî, Suryanî û partiyên çep ên Elman tevlî çalakiyê bûn.

Di tevahiya çalakiyê de peyamên piştevaniyê ji bo gelê Rojava hate dayîn û bang hate kirin ku li dijî geşedanên heyî bêdeng nemînin.

BERLÎN

Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê, bi armanca protestokrina êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya deriya Meclîsa Berlînê ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê destpê kir. Ji bo balê bikşînin ser qirkirin û komkujiyên li Rojajva, broşur hatin belavkirin. Pişte, bi flamayên YPJ û YPJ’ê dest bi meşê hate kirin.

Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li Rojava sûvê mirovahiyê ye û hate diyarkirin ku divê YE’yê bêdeng nemîne.

Di daxuyaniyên çalakiyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd û bi taybet jin di nava berxwedanê de ne. Girseyê banga mezinkirina piştevaniya bi Rojava re kir.

Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşme hatin berzkirin û piştî ku dosyaya têkildarî êrîşên HTŞ û rêxistinên din ên terorê pêşkêşî CDU’yê hate kirin û çalakî bi dirûşme û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.