Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarên cuda yên Fransayê dijîn li dijî êrîşên HTŞ, DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, xwepêşandanên girseyî li dar xistin.
NANTES
Li bajarê Nantes ê Fransayê bi hezaran kesan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, heta Qada Place Royale berdewam kir.
Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn bi fîşekên hewayî û dûmanê rengîn coşa meşê zêde kirin. Mîtînga ku piştî meşê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê Ezo Semsûr daxuyaniyek bi zimanê Fransî xwend.
Piştî Semsûr, nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê axivî. Hêlîn Cûdî ya ji Rojava di axaftina xwe de peyama "Îro dema yekîtiya neteweyî ye" da û banga hevgirtinê nli her kesî kir
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseyê vexwendin çalakiya ku sibê êvarê bê lidarxistin.
CANNES
Li bajarê Cannes ê Fransayê êrîşên li ser Rojava ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin protestokirin. Xwepêşandan li herêma ku Festîvalên Fîlman ên Cannes lê tên lidarxistin pêk hat.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîşên li ser herêmên Kurdan, bi taybetî Şêxeqsûd, Eşrefiyê û Kobanê nayên qebûlkirin. Osman Sonmez rewşa li herêmê wekî "sûcek li dijî mirovahiyê" bi nav kir û got, "Li Kobanê xetereyek mezin a komkujiyek heye. Bi rojan e, înternet hatiye qutkirin.”
Beşdaran biryardariya şervanên YPG'ê ya berxwedanê bi bîr anîn, gotinên şervanekî: “Ger em bizanin hûn li pişt me ne, em bi hêz in. Em hene û em ê hebûna xwe bidomînin" bi lêdana çepikan pêşwazî kirin.
Di xwepêşandanê de dirûşmeyên "Terorîst Colanî", "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava“ û "Bijî Kobanê” hatin berzkirin.
PARÎS/VILLIERS-LE-BEL
Piştî banga KCK’ê ya parastin û seferberiya ji bo Şoreşa Rojava, Kurdistaniyên li Ewropayê pêla xwepêşandanên xwe didomînin. Meşa ku li îstasyona trênê ya Villiers-le-Bel a Parîsê dest pê kir, bi berşdarbûneke mezin û bi berzkirina dirûşmeyan heta Navenda Civaka Kurd ve berdewam kir.
Di meşê de, dirûşmeyên "Yek, yek, Kurd yek", "Bijî Rêber Apo", "Tolhildana PKK" û "Tolhildana YPG" hatin berzkirin. Beşdaran li Navenda Civaka Kurd ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd Mûrat Botan axivî û got, "Em soza girêdana xwe bi şehîdên Parîsê re didin. Wê xwîna şehîdan li erdî nemîne; ev berxwedan heta ku bi ser bikeve wê berdewam bike."
Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.
MELUN
EVRY
Her wiha çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava li Mantes-la-Jolie û Evry bênavber berdewam dikin.
STRASBURG
Êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava ji hêla HTŞ û çeteyên cîhadîst ên dewleta Tirk li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin protestokirin.
Kurdistanî û komên hevgirtinê li ber îstasyona trênê ya Strasbourgê kom bûn û diyar kirin ku êrîş ne tenê Rojava hedef digirin, polîtîkayeke tunekirin û qirkirinê ye ku tevahiya gelê Kurd hedef digire.
Di xwepêşandanê de dirûşmeyên "Qatîl Colanî, qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava", "Yek, yek, yek; Kurdistan yek e" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên ku dewleta Tirk bi rêya HTŞ û komên cîhadîst ên bi heman rengî pêk tîne û armanc dikin ku pergala demokratîk, rizgariya jinan û wekheviyê ya li Rojava hatiye avakirin hilweşînin û hat destnîşankirin ku ev polîtîka ji bo hemû gelên herêmê gefek mezin e.
Xwepêşandan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Rojava, bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.
TOULOUSE
Kurdistaniyên li Toulouseyê dijîn li dijî komkujiyên li Rojava û ji bo protestokirina bêdengiya navneteweyî li Qada Jean d'Arc çalakiyek sê rojan a konvedanê û vekirina standê dan destpêkirin. Bi kon û standên agahdariyê armanc dikin ku raya giştî li ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava diqewimin serwext bikin.
Xwepêşanderan bêdengiya dewletên Ewropayê protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku hevgirtinê bi gelê Rojava re nîşan bidin. Her wiha broşûr hatin belavkirin.
Xwepêşandan wê heta roja Şemiyê berdewam bike û wê roja Yekşemê saet 3’ê piştî nîvro ji Qada Jean Jaurèsê bi meşekê dest pê bike û li semta Arnaud Bernard bi dawî bibe. Beşdaran bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava û parastina sivîlan têkevin tevgerê û xwestin her kes beşdarî meşê bibin.
ROUEN
Li bajarê Rouen ê ku li herêma Normandiyê ye, bi beşdariyeke mezin ji gelê Kurd û dsotên wan pêk tê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di meş û mîtînga li navenda bajêr hat lidarxistin de êrîşên li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin û bal kişandin ser polîtîkayên şer ên li herêmê.
Di çalakiyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de pêşandaneke şanoyî ku di çarçoveya bernameyê de hat lidarxistin. Polîtîkayên zext û şîdeta DAÎŞ’ê bi taybetî li dijî jinan hate eşkerekirin. Di dema performansê de, jinan keziyên xwe hûnandin û peyama piştgiriyê ji jinên Kurd ên berxwedêr re şandin.
Çalakî heta saetên dereng bi muzîk, dirûşm û bangên hevgirtinê berdewam kir. Beşdaran careke din girêdana xwe ya piştgiriya berxwedana Rojava û parastina hevgirtinê raber kirin.
PARÎS/DRANCY
Li banliyoya Drancy a Parîsê, gelek Kurdistanî li ser banga Meclîsa Civaka Demokratîk a Drancy kom bûn û ji bo piştgiriya Rojava ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana QSD’ê” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Girseya ku li ber şaredariyê rawestiya, bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Rojava şermezar bike. Di daxuyaniyê de berxwedana li dijî DAÎŞ'ê û parastina rûmeta mirovan hate destnîşankirin û wiha hate gotin, “Em ê heta dawiyê li dijî HTŞ'ê li ber xwe bidin. Divê tu hêz hêvî neke ku em paşve gav bavêjin."
Çalakî bi banga beşdarbûna çalakiya mezin a ku wê di 24'ê Çileyê saet di 14:00’an de li Qada Republic a Parîsê were lidarxistin, bi dawî bû.