Li gorî agahiyên ku ji aliyê NAV-BEL ve hatine dayîn, êrîş li dora saet 7:30ê êvarê piştî xwepêşandaneke aştiyane ji bo protestokirina êrîşên li dijî Kurdên li Rojava li Meydana Opera ya Anversê pêk hat. Xwepêşandana ku jin, zarok û malbat lê bûn, bê bûyer berdewam kir û dema ku xwepêşander belav bûn komek êrîşkaran xwepêşdarana hedef girt.
Êrîşkaran ku hat gotin ku ketine nav xwepêşandanê, ji nişkê ve bi kêran êrîş kirin û sê Kurd bi giranî birîndar kirin. Birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.
POLÎS: 6 BIRÎNDAR HENE, 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsê Belçîkayê ragihand ku çar birîndar li Operapleinê hatin dîtin, birîndarên pêncemîn û şeşemîn jî li derdora Rooseveltplaats û Sint-Elisabethstraatê hatine dîtin. Polîs ragihand ku rewşa du ji birîndaran krîtîk e û lêpirsîn ne ji ber “terorîzmê” ji ber "hewldana kuştinê" hatiye destpêkirin. Polîsê Anversê diyar kir ku çar gumanbar hatine binçavkirin û dîmenên kamerayan têne lêkolînkirin.
NAV-BEL’ê diyar kir ku êrîşkar bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn e û bi gumana tundrew û cîhadîst tevgeriyane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdên beşdarî çalakiyê bûne al û sembolên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hilgirtine, ji ber vê yekê rasterast hedef hatine girtin. Hat bibîrxistin ku Kurd îro bi êrîşa HTŞ û komên çete yên li Rojava re rû bi rû mane.
Li gorî saziya Kurd, ev êrîş ne kiryarek tundûtûjiyê ya bêserûber bû, êrîşek terorîstî ya plankirî û hedefgirtî li dijî civaka Kurd bû. NAV-BEL’ê bang li polîs û dadweriya Belçîkayê kir ku êrîşê di vê çarçoveyê de bigirin dest û destnîşan kir ku divê were qebûlkirin ku Kurd li Ewropayê di hedefa gotinên nefretê û tundûtûjiya cîhadîst de ne.
Ji ber êrîşê, xwepêşandanek Kurdan a plankirî û destûrdara wê hatibû girtin a li Anversê ku wê roja Înê, 23’yê Çileyê pêk bihata ji ber rêzgirtina ji bo mexdûran û ji bo dûrketina ji zêdebûna rageşiyê hate betalkirin. Tevî vê yekê, NAV-BEL’ê ragihand ku ew ê têkoşîn û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşên li Rojava bidomîne.