Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan rîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê yên li ser Rojava protesto kirin.
Girseya ku li Qada Operayê ya Karlsplatzê kom bû, bi pêşandanek şanoyî dest bi çalakiyê kir. Di performansê de, jinan komkujiyên li bajarên cuda yên Kurdistanê li ser cilên spî nivîsandin û destên xwînî sembolîze kirin. Di performansê de dema HTŞ’ê porê şervanek jin dibire vejandin û peyama ku îradeya jinan qet nayê şikandin hat dayîn. Girseya ku meydan tijî kiribû bi yek dengî dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Li ser navê PYD, Civaka Azad, RiseUp4Rojava, ATÎKF, Înîsiyatîfa System Change Not Climate Change û FEYKOM’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên li ser Rojava bi tundî hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku zîhniyeta DAÎŞ'ê dê tu carî îradeya gelê Kurd neşkîne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê nûnerên FEYKOM'ê ve hat dayîn, bal kişandin ser zêdebûna pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bangek lezgîn li civaka navneteweyî hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd, rêveberiya xweseriya demokratîk û jiyana sivîl rasterast dibin hedef.
Nûnerê FEYKOM’ê pirsî ka civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina êşa gelê Kurd li benda çi ye, kir û xwest ku welatên Ewropayê berpirsiyariyên xwe yên derbarê welatiyên xwe de bi cih bînin. Di daxuyaniyê de lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe û parastina sivîl û girtiyan li gorî qanûna navneteweyî hat xwestin.
Piştî axaftinan girse ber bi Konsolosxaneya Sûriyeyê ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava," û "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" hatin berzkirin û pankartên "Colanî dikuje, Ewropa fînanse dike", "Ji bo hêviyê rabe ser piyan, Rojava", "Porê te yê bi hûnandî rûmet û îradeya me ye" û "Jiyana Kurdan girîng e" hatin hilgirtin. Bi sedan alên HPG, YPG û YPJ’ê jî di meşê de hatin hejandin. Beşdaran ragihandin ku ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ew ê sibê saet 18.00’an de dîsa li Qada Operayê bicivin.