'Êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê, êrişa li ser hêviyê ye'

Akademîsyen, nivîskar û çalakvanên ji her derê cîhanê, banga piştgiriya bi gelê Kurd re dikin û dibêjin: 'Parastina Rojava berpirsyariyeke navneteweyî, meseleyeke piştgirî û mirovahiyê ye'."

Akademîsyen, nivîskar û çalakvanên ji çar aliyên cîhanê ji bo piştgiriya gelê Kurd bang kirin û destnîşan kirin ku parastina Rojavayê Kurdistanê berpirsyariyeke navneteweyî ye.

BRUBACIC: DYA’YÊ ZEMÎN JI ÊRIŞAN RE AMADE KIR

Prof. Dr. Andrej Grubacic (DYA): "Êrişa li ser Rojava ne ji bo çavkaniyên xwezayî, lê belê li dijî modeleke alternatîf a rêveberiyê ye. Konfederalîzma Demokratîk li dijî barbarîzma dewlet û sermayeyê şikandineke dîrokî ye. Parastina vê ezmûnê berpirsyariyeke dîrokî ya civaka navneteweyî ye."

VAROUFAKIS: EZ BI BERXWEDANÊ RE ME

Yanis Varoufakis (Yewnanîstan): "Bihîstina êrişên li ser axa ku bûye sembola berxwedana li dijî dijminên mirovahiyê, ji bo min şikestineke kesane bû. Ez bi wan jin û mêrên ku dîrokê berpirsyariyeke giran xistiye ser milên wan re di nava piştgiriyê de me."

STEYERL: EZ LI DIJÎ DAGIRKERİYÊ ME

Hito Steyerl (Elmanya): "Dagirkirina herêma Efrînê ya berê bû sedema koçberkirina gel û binpêkirina mafên jin û zarokan. Ji ber vê yekê, ez li dijî her hewldaneke nû ya dagirkirina Rojava me."

MEZZADRA: BIJÎ ROJAVA

Prof. Dr. Sandro Mezzadra (Îtalya): "Ji sala 2012'an û vir ve navê Rojava asoyên nû ji siyaseta şoreşgerî re vekirine. Têkoşîna ji bo Rojava, têkoşîna ji bo cîhaneke ku li ser bingeha prensîbên ekolojik, femînîst û demokratîk hatiye avakirin e."

ZIBECHI: DIVÊ GEL BIKEVIN TEVGERÊ

Raúl Zibechi (Ûrûguay): "Em di serdemeke berxwedanê de ne. Mesele ew e ku gelên cîhanê li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê bikevin tevgerê û vê êrişa kujer bidin sekinandin."

MATIN: DIVÊ PIŞTGIRIYA LEZGÎN BÊ DAYÎN

Dr. Kamran Matin (Keyaniya Yekbûyî): "Ev êrîş şerekî mêtingeriyê ye. Ger serkeftî bibe, dê têkoşîna azadiya Kurd bi dehan salan paşve bixe û totalîtarîzma Îslamî dîsa şîn bibe. Divê hemû hêzên pêşverû piştgiriyeke çalak bidin Rojava."

LEVIDOW: EZ BERXWEDANÊ SILAV DIKIM

Dr. Les Levidow (Keyaniya Yekbûyî): "Ezmûna Rojava ya ku li ser bingeha xweseriya demokratîk hatiye avakirin, hêviya herî bi hêz a ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk e. Ez ji bo avakirina demokrasiya girseyî daxwazên xwe yên piştgiriyê dişînim."

HILL Û KATHMANN: EM LI GEL GELÊ KURD IN

Judyth Hill û Lucina Kathmann (PEN International): "Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî vê zextê hem xeternak hem jî şermezarî ye. Em li gel rojnamevanên Kurd û Netewa Kurd in ku ji bo azadî, wekhevî û aştiyê li ber xwe didin."

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka