BI DÎMEN

Li Hannoverê mafên rojnamevan Denîz Babîr hatin binpêkirin

Rojnamevan Denîz Babîr dema ji şopandina nûçeyê vedigeriya, ji aliyê peywirdarê ewlehiyê yê taybet ê îstasyona trênê ve rastî tundiya fîzîkî hat û alavên wî hatin desteserkirin. Rojnamevan ê ku serbest hate berdan diyar kir ku ew ê giliyê peywirdar bike.

Rojnamevan Denîz Babîr li bajarê Hannover ê Elmanyayê xwepêşandana girseyî ya li dijî êrîşên li ser Rojava hat lidarxistin şopand. Piştî ku xwepêşandan bi dawî bû, Babîr li îstasyona trênê ya sereke ya Hannoverê bi kameraya xwe ya girtî li benda trênê bû,  ji aliyê peywirdarê ewlehiyê yê taybet ve bi devkî hate hişyarkirin. Peywirdar îdîa kirin ku hebûna wî li herêmê "qedexe ye" û xwestin ku ew ji îstasyona trênê derkeve. Dema ku Babîr ji peywirdar bingeha qanûnî ya qedexeyê pirsî, ti hincet nîşan neda.

Polîsên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku hebûna Denîz Babîr li îstasyona trênê û hilgirtina kamerayê qanûnî ye û li cihekî ji gel re vekirî hebûna rojnamevan ne sûc e. Tevî vê yekê jî tevgera peywirdar a derqanûnî berdewam kir.

Peywirdar nasnameya Babir desteser kir û bêyî biryara dadgehê an agahdariya fermî hebe du salan ketina wî ya îstasyona trênê (Hausverbot) hat qedexekirin. Piştre Babîr bi zorê ji îstasyonê hate derxistin.

Li derveyî îstasyonê êrîş dijwartir bû. Peywirdar bi awayekî fîzîkî êrîşî Babîr kir, lê da, hewl dan ku bi zorê kameraya wî desteser bike û heqaret lê kir. Piştre Babîr bi zorê birin qereqola polîsan.

Li qereqola polîsan hate gotin ku Denîz Babîr rojnamevanekî profesyonel e û ji ber vê yekê ti tedbîrên qanûnî ne hewce ne; paşê hate berdan.

WÊ GILIYÊ ÊRÎŞKAR BIKE

Xala 5emîn a Destûra Bingehîn a Elmanyayê (Grundgesetz) azadiya çapemeniyê û mafê agahdariyê misoger dike. Mafê rojnamevanan ji bo şopandina nûçeyan li qadên giştî wekî mafekî bingehîn ê destûrî tê qebûlkirin.

Denîz Babîr diyar kir ku ew ê bi rêya parêzerên xwe giliyê peywirdarê ku nasname û alavên wî desteser kiriye û tundûtûjiya fîzîkî û devkî lê kiriye, bike