BI DÎMEN

Li Sandvîken û Karlstadê ji bo Rojava çalakiyên piştgiriyê

Li bajarên Sandvîken û Karlstadê yên Swêdê, bi sedan kes li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyamên piştgiriya berxwedanê dan.

Li Sandvîkenê bi sedan kes di meşeke piştgiriya Rojava de li hev civiyan. Zêdetirî hezar beşdar, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” li kolanên navendî yên bajêr geriyan û vegeriyan cihê ku dest pê kiribûn, çalakiya xwe temam kirin.

Piştî axaftinên ku ji aliyê Meclisa Gel a Gävle-Borlänge ve hatin kirin, Benny Gustavson ji Komîteya Piştgiriya Kurdistanê peyivî. Gustavson got ku berxwedana gelê Kurd li Nisêbînê sînoran derbas dike û wiha got:  “Ev helwesteke serbilindiyê ye. Şaredariya Nisêbînê bi şaredariya Söderhamnê re xwîşk-biraye. Ez gelek caran li Nisêbînê geriyam û ez dizanim li wir çi qewimiye. Lê belê welatê min xwe amade dike ku destê Colani bigire. Wekî din jî, 250 milyon kron (nêzî 25 milyon €) dişîne da ku penaberên Sûriyeyê bigire. Ev rewşeke şerme ye!”

Axaftina Gustavson ji aliyê beşdaran ve bi coşeke mezin û bi çepiklêdanê hat pêşwazîkirin. Çalakî ji bo ku sibê 23’ê Çileya 2026’an li Gävle’yê saet 17:00’an de careke din were kirin, bi dawî bû.

Karlstad

Li bajarê Karlstadê yê Swêdê jî gel bi heman awayî çalakiyek lidar xist û peyamên piştgiriya Rojava dan.