Ji bilî çeteyên DAÎŞ-HTŞ, êrîşên dagirkeriyê yên komên çete yên piştgiriya dewleta Tirk digirin ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û li qada navneteweyî bertek tên nîşandan. Di vê çarçoveyê de, Partiya Nû ya Antîkapîtalîst a Fransayê (NPA), daxuyaniyek weşand ku êrîşên li ser Rojava şermezar dike û bang li piştgiriya navneteweyî dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rojava ji bo Kurd û gelên din ezmûneke alternatîf e û ev model di demên dawî de careke din ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê û piştgiriya Tirkiyeyê ve tê hedefgirtin.
Hate destnîşankirin ku êrîş di pêvajoyeke ku danûstandin didomin û sozên parastinê tên dayîn de pêk tên; artêşa Sûriyê derbasî rojhilatê Firatê bûye, pevçûn zêde bûne û rewş her ku diçe giran dibe. Hate gotin ku ev êrîş dewama êrîşên berê yên li ser Elewî û Dûrzîyan e.
MODELÊ ROJAVA TÊ HEDAFGIRTIN
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî van gefan hemû hêzên siyasî, leşkerî û civakî yên Rojava ketine berxwedanê; rêveberiya PYD û fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî peymanên ku ji aliyê Şamê ve tên ferzkirin û tê wateya teslîmiyetê red kirine.
Hate bibîrxistin ku mirovên ji her çar perçeyên Kurdistanê ji bo parastina Rojava sînor derbas dikin û digihîjin herêmê. Hate destnîşankirin ku ji bo Kurdan parastina Rojava şerê hebûnê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca sereke ya êrîşan modela ku li Rojava tê xwestin were pêkanîn e û wiha hate gotin: “Konfederalîzma demokratîk a li ser xweserî, demokrasiya herêmî, azadiya jinê û jiyana hevpar a gelan tê hedefgirtin.”
NPA diyar kir ku li hemberî rewşa heyî piştgiriya navneteweyî ji her demê bêhtir zûtir pêwîst e û bang kir: “Parastina Rojava ne tenê parastina şoreşeke di bin êrîşê de ye, parastina mafê gelan ê xwebiryardana çarenûsê ye jî.”