BI DÎMEN

Li Liverpoolê protestoya Rojava: Bêdengiya we şerm e!

Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin, êrîşên li ser Rojava û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin protestokirin. Bi hezaran kes bang li rawestandina êrîşên li ser gelê Kurd kirin.

Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê, li dijî êrîşên ku li ser Rojava didomin çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn, êrîşên li ser gelê Kurd û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin protestokirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî wê di daxuyaniyan de hate gotin ku tiştên li Rojava diqewimin ne şer e, xiyaneteke eşkere û pêvajoyeke tasfiyeyê ya li dijî gelan e.

Daxuyanî ji aliyê endamên Meclisa Gel a Kurd a Lîverpoolê Ozgur Dep û Meryem Hesekê û endamê TCŞ a Liverpoolê Cûdî Rojava ve hatin kirin. Axaftvanan diyar kirin ku têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê îro tê înkarkirin û destkeftiyên hatine bidestxistin tên hedefgirtin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê yên di girtîgehên Rojava de tên ragirtin ji ber êrîşan ji kontrolê derketine û ev çete careke din tên berdan. Hate bibîrxistin ku zihniyeta ku di sala 2017’an de êrîşa Manchester Arena pêk anî îro careke din tê jiyandin û ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya cîhanê jî metirsiyeke cidî ye.

Di daxuyaniyan de hate bîranîn ku hêzên Kurd bi hêzên Brîtanya û koalisyona navnetewî re di eniya pêş a têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de cih girtin. Lê îro heman hêz, gelê Kurd li hember êrîşên dewleta Tirk û Sûriyê tenê hiştine. Hate ragihandin ku heta niha zêdetirî 150 hezar kes koçber bûne, sivîl, jin, zarok, nexweşxane û dibistan rasterast tên hedefgirtin.

Axaftvanan diyar kirin ku demokrasiya gel a li Rojava hatiye avakirin, pêşengiya jinê û sîstema parastinê ya ji bo Êzidî, Suryanî, Ermenî û gelên din dixwazin bi têgihiştineke cîhadî bên tunekirin. Hate bal kişandin ser rola Brîtanyayê di Şerê Iraqê û derketina holê ya DAÎŞ’ê de û hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk bi ÎHA û hevkariya leşkerî tên piştgirîkirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin “Li ber çavên me qirkirinek tê kirin” û bêdengiya dewletên rojavayî bi gotinên tund hatin protestokirin. Bi gotina “Bêdengiya we şerm e”, hate destnîşankirin ku nirxên mafên mirovan û demokrasiyê yên ku tê gotin tên parastin, dema dor tê ser gelê Kurd tên înkarkirin.

Di çalakiyê de daxwazên sereke wiha hatin rêzkirin:

* Hikûmeta Brîtanyayê ji bo rawestandina êrîşên li ser sivîlan divê tavilê gavan bavêje,

* Rojava bi awayekî siyasî bê naskirin û rêveberiyên cîhadî neyên rewakirin,

* Mafên jin û kêmneteweyan bên mîsogerkirin, entegrasyona bi zorê bê redkirin û pêvajoyeke diyalogê ya rast û girêdayî dest pê bike.

Piştî daxuyaniyan gel li kolanên Lîverpoolê meş lidar xist. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Rojava” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin û peyama ku têkoşîna gelê Kurd ne tenê ye hate dayîn.

Çalakî bi bangewaziya ku têkoşîna gelê Kurd wê bidome û parastina Rojava li her qadê wê bilind bibe hate bidawîkirin.