Kurd û dostên wan ên li Elmanya û Hollandayê, li dijî êrîşên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan û protestoyên girseyî li dar xistin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya KON-MED’ê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
Hevserokên KOM-MED’ê Kerem Gok û Hakîme Yusuf di çalakiyê de axivîn û destnîşankirin ku divê li dijî polîtîkayên dagirkerî û îmhayê bêdeng nemînin. Di dema çalakiyê de piştî êrîşên provokatîf ên komên alîgirê Colanî, polîsan mudaxele kirin û du ciwan binçav kirin. Çalakvanan tundiya polîsan şermezar kirin û diyarkirin ku êrîşî mafên wan ên protestoyê kirine.
STUTTGART
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê jî li hev civiyan û piştgirî dan berxwedana Rojava. Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.
ROTTERDAM
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî bi hezaran kes li pêşiya stasyona trenê ya navendî, êrîşên li ser Rojhilat û Rojava protesto kirin. Çalakî ji aliyê sazî û partiyên Kurdistanî ve hate lidarxistin û gelek caran dirûşmeyên “Rojava Rojhelat e, Kurdistan Yek Welat e”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhelat”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorist Jolanî” û “Terorist Hamaney” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de banga yekîtiyê li hemû Kurdan hate kirin û banga hestiyariyê li welatên ku bêdeng dimînin, hate kirin. Çalakiya ku gelek netewên cuda tevlî bûn, ji aliyê çapemeniya Hollandayê ve jî hate şopandin.
KASSEL
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Kassel ê Elmanyayê, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakî li dar xistin. Girseya ku li ser bangê li hev civiyan, tevî pankart û alan heta Kassel Rathausê meşiyan.
Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Biji berxwedana Rojava” û “Biji berxwedana QSD” hatin berzkirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin û banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.