Hakan Taş: Dewletên Rojavayî li Sûriyeyê hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve tên

Parlamenterê berê yê Berlînê Hakan taş diyar kir ku vexwendina Şara ji bo Elmanyayê ji aliyê mafên mirovan ve cihê xemgîniyê ye û anî ziman ku dewletên Rojavayî hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve tên.

Êriş û komkujiyên li Helebê û Rojava yên artêşa Sûriyeyê û komên wê yên çete yên li hemberî Kurdan dewam dikin. Di rewşeke bi vî rengî de vexwendina Ahmed Şara (Colanî) ji bo Elmanyayê bûye cihê nerazîbûnan. Parlamenterê berê yê Partiya Çep (Die Linke) Hakan Taş ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di oxira berjewendiyên siyasî û krîza penaberiyê de pîvanên mafên mirovan hatine binpêkirin.

'LÎDEREKÎ KU PÊWENDIYA XWE BI TERORÊ RE HEYE TÊ REWAKIRIN'

Taş bi taybetî meyla dewletên Rojavayî û Yekîtiya Ewropayê rexne kir ku hewl didin rêxistiniyên ku Şara endamê wê ye ji lîsteya terorê derxînin û pêkanînên li ser Sûriyeyê sist bikin. Taş bi bîr xist ku bi taybetî li taxên Kurdan ên li Helebê hewldanên paqijiya etnîkî hene û ragihand ku ev gava dîplomatîk sûcên hatine kirin asayî dike. Taş destnîşan kir ku ev rewş ji aliyê mafên mirovan ve rewşeke cihê xemgîniyê ye û got, "Ev gav xizmetê ji wê yekê re dike ku lîderekî berê pêwendiya xwe bi DAÎŞ û El Qaîdeyê re hebû di asta navneteweyî de bê rewakirin. Ahmed Şara ji roja ku bû desthilatdar û vir ve li Sûriyeyê gelek komkujî pêk anî. Operasyonên ku jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes hatin kuştin, zextên bi rêk û pêk ên li dijî hindikahiyan, koçberkirina bi zorê û êşkence bûye karakterê hikumeta wî. Êriş bi taybetî li Durzî, Elewî û Kurdan têne kirin. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê komkujî li Kurdan têne kirin. Dîmen û belgeyên vê yekê hatin weşandin ku asta vî sûcî bi şênberî raxist pêş çavan.

Bêdengiya dewletên Rojavayî û welatên Ewropayê ya di vê demê de ji aliyê mafên mirovan ve nayê qebûlkirin. Hatina Şara ji bo Elmanyayê di demeke welê de pêk tê ku komkujî li dijî Kurdan têne kirin. Ev yek jî nîşan dide ku Elmanya û Rojava ji trajediyên li Sûriyeyê re çavên xwe digire û van sûcan asayî dike. Ev rewş nîşan dide ku mafên mirovan têne binpêkirin û hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve tê.

Hevkariya yekser an jî neyekser a Tirkiyeyê ya bi hikumeta Şara re êrişên li ser gelê Kurd hîn giran dike. Ev hikumet ku li Sûriyeyê di navenda hemû nebaşiyan de ye, ji dewletên rojavayî piştgiriyeke yekser an jî neyekser werdigire ku ev yek jî krîza mafên mirovan zêde û daîmî dike. Hatina Şara ya ji bo Elmanyayê divê bi polîtîkaya navxweyî yan jî nîqaşên li ser penaberiyê re neyê nirxandin. Ev yek testeke welê ye ku nîşan dide bê têgehên mafên mirovan û edalet ji aliyê sîstema navneteweyî ve di kîjan astê de dikarin bêne binpêkirin.

Bêdengiya Ewropa û welatên Rojavayî hêzê dide Şara û yên weke wî difikirin. Ev hewldanên dîplomatîk ên dûrî edalet û mafên mirovan, bandoreke giran hem li gelên li herêmê hem jî li civaka navneteweyî dike."