BI DÎMEN

Li Berlînê piştgirî ji gelê Rojhilat re hate dayîn

Kurdistanî û dostên wan ên li Berlînê bi çalakiyekî girseyî êrîşên dewleta Îranê li Rojhilat li ser sivîlan protesto kirin û banga piştevaniyê ji bo serhildanên gel kirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Berlîn ê Elmanyayê, bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Îranê li ser sivîlên li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyekî gireyî li dar xistin. Di çalakiyê de êrîş hatin şermezarkirin û banga piştevaniyê bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re hate kirin.

Çalakî bi banga hevpar a Nav-Berlin, Meclîsa Jinan a Destdan, WDR Berlîn, GK Berlin, Jinên Ciwan Berlin, KJAR Berlin, Kongra-Star Belin, Ciwanên Berlin, Navenda Çanda Rojava û Meclîsa Jinan a Êzidî ya Berlinê, di saet 13:00’an de li Alexanderplatzê destpê kir. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên çalakiyê de êrîşên li ser gelê Kurd û tundiya rejîma Îranê ya li dijî xwepêşanderan hate şermezarkirin. Her wiha bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate protestokirin û hate diyarkirin ku êrîşên heyî hewldanên jiyana bi rûmet, demokrasî û aştiyê hedef digrin.

Di daxuyaniyên li ser navê gelek saziyan de îşaret bi rola dewleta Tirk a di vê pêvajoyê de hate kirin û hate destnîşankirin ku ev êrîşeke eşkere ya li dijî pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê ye.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistnaê bi taybet bi pêşengiya jinên Kurd li dijî polîtîkayên tundî û zextê yên rejîma Îranê berxwedaneke xurt dewam dike û hate bilêvkirin ku rejîmê hewl dide mafê protestoyê bi sûcdariyên ‘terorê’ bitepisîne.

Banga mezinkirina piştevaniyê ya bi gelên Rojhilat û Îranê re hat kirin ku bi ruhê “Jin, Jiyan, Azadî” li ber xwe didin.