'Elmanya di oxira bazariya penaberiyê de rêxistiniyeke kujer rewa dike'

Vexwendina Ahmed Şara ji bo Elmanyayê bû sedema destpêkirina nîqaşeke mezin a siyasî. Parlamenterê Die Linke Ferat Koçak ev vexwendin weke rewşeke sosret bi nav kir û got, di oxira bazariya penaberiyê de rêxistiniyeke kujer tê rewakirin.

FERAT KOÇAK

Li gel komkujiyên desthilatdariya HTŞ'ê ya li Sûriyeyê ya li dijî Durzî, Elewî û herî dawî jî Kurdên li Helebê, serkêşê HTŞ'ê Ahmed Şara (Colanî) ji bo Elmanyayê hate vexwendin. Ev yek bûye cihê nerazîbûnê. Parlamenterê Die Linke (Partiya Çep) Ferat Koçak nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Ferat Koçak ji ANF'ê re axivî û ev gava hikumeta Elman weke gaveke li derveyî exlaqê ya ji bo rawestandina bilindbûna AfD'ê ya rastgiriya tund pênase kir.

Koçak anî ziman ku ev rewş û gotina 'Em li dijî Îslamiyên radîkal in' a hikumeta Elman li hev nayê û bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Sûriyeyê. Lewma destnîşan kir ku muxatabgirtina kesekî ji El Qaîdeyê weke zilamê dewletê, nayê qebûlkirin.

Koçak vexwendina Şara ji bo Elmanyayê weke rewşeke sosret bi nav kir û got, "Ev yek bi têgihiştina, 'Eger em pirsgirêka penaberan çareser bikin em ê hêza AfD'ê bişikînin' tê kirin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Peyama ku tê dayin eşkere ye: 'Li Sûriyeyê êdî her tişt rast dimeşe, mirov dikarin vegerin'. Armanca esasî jî ev e: Eger em penaberan vegerînin em ê karibin dengê AfD'ê kêm bikin û hêza wê bişikînin. Ji ber vê yekê ev hevkarî tê kirin. Lê belê di vir de nakokiyeke gelekî cidî heye. Timî dibêjin, 'Em li dijî DAÎŞ'ê ne, em li dijî Îslamiyên radîkal in'; piştre jî radibin hevkariyê bi rêxistinia herî mezin a Îslamî re dikin. Çi El Qaîde be, çi jî Talîban be.... Pirsgirêka esasî jî di vir de ye."

Koçak anî ziman ku weke Die Linke wê vê rewşê şermezar bikin, di dmeekê de ku ev komkujî diqewimin bi ti awayî nayê qebûlkirin ku Şara bê Elmanyayê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bendewariya me gelekî zelal e: Serokwezîr Friedrich Merz û hikumeta wî divê hevkariya xwe ya bi rejîma Îranê, bi Talîbanê, bi rejîma li Sûriyeyê û hemû aktorên ku piştgiriya wan dikin re bi dawî bike. Di heman demê de divê dawî li polîtîkayên xwe yên zextê bîne. Bi taybetî em zanin ku Tirkiye piştgiriyê dide avaniya nû ya li Sûriyeyê. Ji ber vê jî divê ev hikumet hem ji van welatan re têkiliyên xwe qut bike, hem jî van têkiliyên xwe yên bi dewletên ku hevkariyê bi wan re dike bixe ber lêpirsînê û cudahiyeke şênber a polîtîk nîşan bide.

Desthilatdariya salekê ya vê rêxistinê heye. Di nava vê demê de êriş li Durziyan, Elewiyan û bi taybetî jî rojên dawî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êriş li Kurdan hate kirin. Ev bûyer û komkujiyên li Sûriyeyê qewimîn li pêş çavan e. Dîmenên komkujiyan têne weşandin; her kes vê dibîne. Li gel vê yekê jî gelo hûn çawa karin îzah bikin ku dewlet xwe nêzî vê rêxistiniyê dikin? Ev yek bi rengekî eşkere rewşeke sosret e.

Nasnameya rastî û navê rastî yê vî kesî Colanî ye. Guhertina nav rastiya wî naguhere. Em hatina vî kesî ya ji bo Elmanyayê şermezar dikin û piştgiriyê didin çalakiyên şermezarkirinê; weke civak, civaka Elman jî di nav de. Ji ber ku li ser destê vî kesî xwîn heye. Bi destê El Qaîdeyê bi hezaran mirov kuşt; dest avêt jinan, zarok kuşt. Rûniştina bi fîgurekî bi vî rengî re, qebûlkirina wî weke zilamekî dewletê nayê qebûlkirin. Em vê yekê bi eşkere şermezar dikin."

Koçak di heman demê de ji bo piştgiriya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li Rojava û Rojhilat bang kir û bi taybetî jî anî ziman ku gelê Kurd ê li Rojhilat dema dawî di nava berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' de ye. Koçak işaret bi komkujiyên dewleta Îranê kir û got, "Nuqteyek heye ku siyaset û civaka Elman fêhm nekiriye. Felsefeya Abdullah Ocalan. Belê, di bingeha vê de Jineolojî heye. Li ELmanyayê jî pirsgirêka newekheviya jin û mêr heye; lê belê li Rojhilata Navîn sîstema patriyarkal hîn giran e, hîn zordar e. Li Rojava û li Îranê jin bi serbilindî têdikoşin bi gotina 'Jin, Jiyan, Azadî'. Abdullah Ocalan sedema vê bi gotina 'Jin azad nebe, civak azad nabe' vedibêje.

Ev tê çi wateyê? Ev yek nêzîkatiyeke antî-kolonyal e. Ji ber ku beriya dewlet û welatan têkiliya herî bingehîn a kolonyal kolonîzekirina jinan a ji aliyê mêran ve bû. Di heman demê de ev yek nêzîkatiyeke antî-kapîtalîst e. Ji ber ku eger ev şoreşa jinê bi ser bikeve, li welatên Rojavayî yên ku serweriya mêr lê xurt e wê bibe sedema guherîneke mezin. Ya ku jê ditirsin ev e. Ji ber vê yekê piştgiriyê nadin têkoşîna azadiyê ya Kurd; ji modela Rojava ya gelê Kurd ditirsin. Tirsa wan a esasî ev e.

Hêsan e ku li Parlamenta Azadî gotina 'Jin, Jiyan, Azadî' bê bilêvkirin; lê belê naxwazin naveroka vê gotinê fêhm bikin. Têkoşîna me jî ji vir destpê dike. Heta ku wate û têkoşîna 'Jin, Jiyan, Azadî' bê fêhmkirin em ê vê rastiyê vebêjin, ji wan re bibêjin."