Li Trier êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li bajarê Trier ê Elmanyayê li ser banga PYD’ê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava, çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Trier ê Elmanyayê li ser banga PYD’ê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava, çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Trier ê Elmanyayê Kurdan û dostên wan bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî êrîşên li ser Rojava dan.
Ev çalakî li ser banga Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin.
Di çalakiyê de pankart hatin vekirin û dirûşmeyên şermezarkirina topbaran û karanîna dronan a li dijî sivîlan, hatin berzkirin.
Di çalakiya nobedariyê de axaftinên bi zimanên Kurdî û Elmanî hatin kirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku yekîtiya Kurdan kevirê bingehîn ê rûbirûbûna bi pirsgirêkên heyî re ye.
Bang li hikûmeta Elmanya û saziyên Ewropî hate kirin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bicîh bînin, her cûre hevkarî yan jî bêdengiyê rawestînin, ji bo parastina sivîlan tedbîrên pêwîst bigirin û li ser sûcên li dijî niştecihên Rojava hatine kirin lêpirsînên serbixwe bidin destpêkirin.