Piştî banga KCK’ê ya parastina Şoreşa Rojava û seferberiyê, Kurdistaniyên li Ewropayê pêla çalakiyê dan destpêkirin. Girseyên ku li paytexta Fransa Parîsê û banliyoyên wî daketin qadan, êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Rojava protesto kirin û peyama mezinkirna berxwedanê dan.
MELUN
Yek jî navnîşanên li Parîsê banliyoya Melun bû. Kurdistaniyên ku di saet 15:00’an de li pêşiya Stasyina Melunê li hev civiyan, li dijî êrîşên çeteyên dagirker mitîng lidarxistin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Melunê Bahoz Berken di mitîngê de axivî. Berken diyar kir ku ew ê ji Ewropayê bersiveke xurt bidin seferberiya ku li Rojavayê hatiye ragihandin û wiha got, “Heta ku êrîş li ser destkeftiyên Rojava hebe, em ê jî her kêliyê li qadan bin.”
DRANCY
Girseya ku li banliyoya Drancy a Parîsê, di saet 16:00’an de li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy (DKTM) li hev civiyan, heta avahiya şaredariyê meşekî gireyî li dar xistin. Ciwanan bi girseyî tevlî meşê bûn.
Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Drancyê de hate destnîşankirin ku êrîş bi ruhê berxwedanê ya Kobanê û Şengalê dikare bê têkbirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” hate berzkirin.
VILLIERS-LE BEL
Ciwanên ku piştî çalakiyên giştî dest bi tevgerê kirin, rêya stasyona trenê ya Villiers-le-Bel-Arnouville ji bo demeke kurt hat rawestandin. Di çalakiyê de bi dirûşmeya, “Rojavayê biparêze” banga bêdengnemayîna li dijî dagirkeriyê hate kirin.