BI DÎMEN

Li Fransayê ji bo Rojava banga berxwedana bêdem hate kirin

Saziyên Kurd û demokratîk ên ku li Marsîlya, Strasbourgê û Normandiya li hev civiyan, li dijî êrîş û dorpêçkirinên li ser Rojava, biryara xwe ya çalakiya bêdem û bêîaetiya sivîl ragihandin.

Li Fransayê, saziyên Kurd û demokratîk li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê banga berxwedana bêdem kirin. Federasyona Komun a Demokratîk a Başûrê Fransayê, Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, Meclîsa Gel a Marsilyayê û Meclîsa Ciwanan ku li ser banga lezgîn a KCDK-E’yê li Marsîlyayê li hev civiyan, ji raya giştî re ragihandin ku dest bi çalakiya bêdem kirine.

Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku li Rojava îraeya jiyana hevpar a gelan, têkoşîna azadiya jinan û destkeftiyên demokratîk têne hedefgirtin û hate destnîşankirin ku êrîşên heyî ne tenê li dijî gelê Kurd li dijî mirovahî û nirxên demokratîk e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengî hevkariya sûc e.

Saziyan ji Marsîlyayê bang li hemû gel, raya giştî ya demokratîk, jin, ciwan û her kesên xwedî wijdan kirin ku piştevaniya bi Rojava re mezin bikin. Hate destnîşankirin ku Rojava ne bi tenê ye û hate xwestin ku li kolan û qadan bibin dengê Rojava.

STRASBOURG

Ciwanên Kurd jî li Strasbourgê li dijî polîtîkayên şer û êrîşên li ser Rojava daxuyaniya çapemeniyê dan. Ciwanan li rawestgeha trenê tevî dirûşmeyan danezanê xwendin û çalakiya xwe bi dawî kirin.

Bi çalakiyên li Ewropayê re, xurtkirna piştevaniya navneteweyî ya li dijî êrîşên li ser Rojava tê armanckirin.

NORMANDIYA

Kurdistanî û dostên wan li herêma Normandiyayê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê şoreşa rûmetê ye û hate diyarkirin ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li rûmetê ye.

Di çalakiyên li seranserê Ewropayê de peyama mezinkirin û domandina piştevaniya bi Rojava re derket pêş.