Çalakiya li Strasbourgê bi koma ji Bonnê dewam dike
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 708'emîn de bi koma ji bajarê Bonn ê Elmanyayê dewam dike.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 708'emîn de bi koma ji bajarê Bonn ê Elmanyayê dewam dike.
Koma ji Dogan Gedîk, Ahmet Seyhan û Nûrsel Aydogan li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya nobedê dewr wergirt ku ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin.
Berdevkê komê Dogan Gedîk ji ANF'ê re axivî û got, "Hurmeta xwe pêşkêşî Serok Apo û hevrêyên girtiyên siyasî hemûyan dikim. Hûn zanin ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê û CPT ji bo azadiya Serok Apo çalakiya nobedê heye. Bi navê Kurdên li bajarê Bonn ê Elmanyayê em vê nobedê dewam dikin.
Ji bo azadiya Serok Apo têkoşîna me wê dewam bike. Azadiya Serok Apo azadiya me û gelê Kurd e. Hûn jî zanin, raya giştî ya cîhanê jî zane; Serok Apo saleke pêvajoyeke dîrokî daye destpêkirin. Em Kurdên li Ewropayê di vê pêvajoya dîrokî de bi berpirsyariya xwe ya dîrokî radibin.
Daxwaza me ew e ku dewleta Tirk jî têkildarî vê pêvajoya dîrokî de gavên biavêje. Li şûna ku vê bike, bi rêya çeteyan komkujiyê li Rojava tîne serê gelê Kurd. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Bangeke me li gelên me yên li Ewropayê heye.
Em ji gelê xwe hêvî dikin ku bala xwe li ser komkujiyan be û tevlî çalakiyan bibe. û bi vê wesîleyê em ji dewleta Tirk careke din dixwazin ku bersiva erênî ya pêwîst di vê pêvajoya dîrokî de bide, em dixwazin li wê derê, bi taybetî li Rojhilata Navîn gel di nava dixwişk, biratî û aştiyê de bin."