Colanî ji Davosê re hate vexwendin: Kurdên li Swîsreyê kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin

Kurdên li Swîsreyê dijîn li hemberî vexwendina serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el-Şaraa (Colanî) ya ji bo Forûma Aboriyê ya Cîhanî (WEF) ku wê navbera 19-23’yê Çileyê li bajarê Davos ê Swîsreyê were lidarxistin, kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin.

Kampanya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hate destpêkirinû tê armanckirin ji Parlamentoya Federal a Swîsreyê re were pêşkêşkirin. Di kampanyayê de hate destnîşankirin ku pêşwazîkirina Colanî ya li Davosê tê wateya rewakirina sûcên şerî û polîtîkayên tundiyê.

Di teksta kampanyayê de banga; ‘’Li WEF’ê na ji sûcên şerî re- hatine Colanî ya ji Swîsreyê re betal bikin’’ hate kirin.

YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku avaniyên di bin serokatiya Colanî de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke berfireh dane destpêkirin û hate diyarkirin ku li eniyeke zêdetirî 300 kîlometrayan şer û pevçûn berdewam dikin. Her wiha hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser ji ber van êrîşan seferberiya giştî îlan kiriye.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku şerê ku tê meşandin hebûn û destkeftiyên gelên li herêmê hedef digirin û di bin navm hikûmeta Colanî de gelek sûcên şerî hatine kirin.

Di dewama teksta kampanyayê de ev yek hatin gotin:

‘’Dema ku ev operasyona leşkerî û sucên şer ên ji aliyê rêveberiya Colanî de tên kirin, li ber çavan tên girtin divê hatina Colanî ya ji bo Swîsreyê were astengkirin. Başdariya Colanî ya ji bo WEF’ê tê wateya rewakirina rejîmeke tundî û şerî ya di qada navneteweyî de.’’

Di kampanyayê de bang li rayedrên Swîsreyî hate kirin û hate destnîşankirin ku divê WEF’a ku li gel gotinên mafên mirovan, hiqûqa navneteweyî û azadiya jinan derdikeve pêş qadê ji kesên ku bi sûcên şer tê naskirin re veneke.