Li Parîsê meşa 'Jin, Jiyan, Azadî'
Bi armanca piştgiriya bi berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes daketin qadan.
Bi armanca piştgiriya bi berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes daketin qadan.
Ji bo piştgiriya bi berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes daketin qadan. Gel êrişên rejîma Îranê yên li ser berxwedanê şermrezar kir û bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' meşek lidar xist.
Girseya gel li qada Panteonê li hev kom bû û ji vir heta Place d'Italie meşiya. Di meşê de ku jin li refên herî pêş bûn, dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan' û 'Bijî berxwedana Rojava û Rojhilat' hatin qîrîn.
Jinan diyar kirin ku berxwedana li Îranê sînor derbas kiriye, veguheriye karakterekî enternasyonal û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî qirkirina jinê û binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê şermezar kirin.
Meş li Place d'Italie bi bangên piştevaniyê bi dawî bû.