KNK’ê banga xwedîderketina li seferberiya giştî kir

KNK’ê bang li her kesî kir ku xwedî li biryara seferberiya giştî ya neteweyî ya Rêveberiya Xweser derkevin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li ser rûdanên nû, alozî û metirsîdarîyên li ser destkeftîyên li Rojavayê Kurdisanê civîya û rewşa heyî nirxand û têkildarî civînê daxuyaniyekî nivîskî da.

KNK’ê diyar kir ku ew biryara Reveberîya xweser ya seferberya giştî di cîh de dibînin û wiha got, “KNK’e bi hemû hêza xwe piştgirîya biryara Seferberîya Giştî ya Neteweyî ji bo destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê radighîne û bang li hemû partî, rêxistin, sazîyên civakî û gelên Kurdistanê li nav welat û li diaspora Kurdistanî dike da ku bi xurtî tevlî seferberîya niştimanî ya giştî bibin.

 Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd di tekoşîna azadî û rizgarîyê de bedelên mezin daye û bawerî bi îradeye xwe anîye û wiha hate gotin, “Siyaseta navdewletî careke din bes li gor berjewendîyên xwe tevgeriya û erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî Kurdan bicîh neanî. Gelê Kurdistanê xwedan wê biryar û îradêye ye ku ku tekoşîna azadî û rizgarîyê bidomîne.

Em vêya jî baş dizanin ku şerê li dijî destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê bi serpereştîya dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya siyasî, diplomatîk, aborî û teknîka leşkerî ligel komên çeteyên cîhadîst û DAÎŞ’ê hatîye destpêkirin û bi berdewam dike

KNK’ê ev bang kir, “Banga me ji bo hemû gelên Kurdistanê û kesên xwedî wijdan ew e ku li hebûna xwe xwedî derkevin çi ji destê we tê bikin. Roj roja xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê ye. Roj roja xwedî derketina rûmeta Kurd û Kurdistanê ye.”