Colanî serdana xwe ya Elmanyayê betal kir

Berdevkê hikûmeta Elmanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Colanî, serdana xwe ya Berlînê ku hatibû plankirin rojên duşem û sêşemê pêk bihata, betal kiriye.

Dihat plankirin ku serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Colanî di nav du rojan de bi Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz, Serokkomar Frank-Walter Steinmeier, gelek wezîrên federal û nûnerên cîhana karsaziyê re bicive. Lê belê hate ragihandin ku ji ber rewşa siyasî ya navxweyî ya welat, serdan hatibû betalkirin. Ji bo betalkirina serdana Colanî li Elmanyayê protestoyên tund dihatin plankirin. Her wiha vexwendina Merz a ji bo Colanî, ji aliyê gelek derdoran ve hatibû rexnekirin; bi taybetî ji aliyê Kurdistaniyên li Elmanyayê, Dûrzî û Elewiyan ve ku hikûmeta Sûriyeyê bi tepisandina tund a kêmneteweyên etnîkî û olî tawanbar dikin.

Berdevkê hikûmeta Elmanyayê ji Reutersê re piştrast kir ku serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Colanî serdana xwe ya Elmanyayê betal kiriye.

Li gorî gotina berdevk, Colanî ji ber rewşa siyasî ya navxweyî ya li Sûriyeyê serdan betal kiriye.

Çeteyên girêdayî Colanî yên di bin kontrola dewleta tirk de ne, ji 6’ê Rêbendanê û vir ve li dijî Kurdan êrîşan pêk tînin.