Li Spanyayê karesata trenê: Hejmara miriyan bû 39
Li herêma Endulusê ya Spanyayê, du trenên bi lez li hev ketin. Hejmara qurbaniyan gihîşt 39'an. rayedaran qeza bi gotina 'Gelekî ecêb û nayê îzahkirin' pênase kirin.
Li herêma Endulusê ya Spanyayê, du trenên bi lez li hev ketin. Hejmara qurbaniyan gihîşt 39'an. rayedaran qeza bi gotina 'Gelekî ecêb û nayê îzahkirin' pênase kirin.
Êvara Yekşemê saet di 19:45'an de trena şîrketa taybet a Iryo'yê ku sefera Malaga-Madridê dikir, li nêzî Adamuzê ji rê derket û li treneke din a bi lez a fîrma Renfe ket, ku ji hember dihat. Ji ber qezayê du vagonên destpêkê yên trena Renfeyê ji rê derket û pengizî.
Li gorî bîlançoya dawî ku rayedaran sibeha Duşemê eşkere kirin, di qezayê de herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, 123 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa 24 birîndaran giran e, rewşa 5 ji wan jî gelekî giran e. Rayedar rakirin nexweşxaneyên li Cordoba û Andujarê.
ARTÊŞ KETE DEWRÊ
Piştî qezayê gelek ambûlans û tîmên rizgarkirinê ji bo herêmê hatin veguhestin. Yekîneya Destwerdana Lezgîn (UME) ya artêşa Spanyayê jî piştgirî da karê rizgarkirinê. Li cihê bûyerê nexweşxaneyeke seyar hate danîn. Wezîrê Ragihandinê Oscar Puente anî ziman ku birîndar hemû ji herêmê hatin veguhestin.
SEDEMA WÊ NAYÊ ZANÎN
Wezîrê Ragihandinê Puente anî ziman ku li ser sedema qezayê hîn agahiyeke şênber nîne û got, "Li xeteke rast, li xeteke nûkirî û bi treneke nû rûdana qezayeke bi vî rengî nayê fêhmkirin." Puente diyar kir ku pispor jî li pêşberî bûyerê matmayî mane û got, li ser qezayê lêpirsîneke fermî hate destpêkirin.