KCDK-E: Em ê parastina Rojava bidomînin

KCDK-E’yê got, “Em bang li gelê xwe, dostan û hemû hêzên demokratîk dikin ku li Ewropa û seranserî cîhanê têkoşîna ji bo parastina Rojava bi biryar bidomînin.”

Di daxuyaniya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tê xwestin ku şoreşa Rojava ya ku hêviya gelên cîhanê û Kurdistanê ye û bi pêşengiya jinan hatiye afirandin, ji çar aliyan ve were dorpêçkirin û fetisandin. Di vê şerê çend rojan de çeteyên hov ên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk bi israr dixwazin qirkirina Kurd pêk bînin.

Gelê Kurd ê bi rûmet bi sekna xwe, exlaqê xwe û biryardariya xwe berxwedanê didomîne. Li dijî hovan û qirkeran li hemû eniyan berxwedaneke mezin raber dike. Dewleta Tirk a ku her cure piştgiriyê dide çeteyên DAÎŞ û HTŞ’ê, bi hemû rêyên çapemenî û qirêj şer didomîne.

Li aliyekê propagandaya xwişk-biratî û aştiya bi gelê Kurd re dike, li aliyê din piştgiriyê dide êrîşên bi zext, tundî û rêbazên dermirovî li dijî qadên jiyanê yên gelê Kurd pêk tên.

Ev êrîş binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan û polîtîkaya qirkirinê ya li dijî hebûna gelê me ye. Tevî hemû şert û mercên zehmet, astengiyên mezin û şertên jiyana zehmet, gelê me bi berxwedana şoreşgerî radibe.

Gelê Rojava şertên ku hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker lê ferz dike, qebûl nake. Ev êrîş wê nikaribin îradeya gelê me bişkîne û berxwedana bi biryar wê van êrîşan têk bibe.

Bi saya têkoşîna bi biryar a ku gelê me li Ewropa dimeşîne, serdana ji bo Elmanya ya el-Colanî yê dest bi xwîn hate taloqkirin. Têkoşîna me ya bi biryar û xwedî derketina me ya ji bo Rojava wê hîn encamê bi xwe re bîne. Mîna pêvajoya Kobanê, mezinkirina berxwedan û têkoşînê wê destkeftiyan jî bi xwe re bîne.

Weke KCDK-E em bi fermî bang li raya giştî ya navneteweyî û dewletên garantor dikin ku li Rojava gelê me biparêzin, li dijî sûcdaran bisekinin û berpirsyarî bigirin. Em bang li gelê xwe, dostan û hemû hêzên demokratîk dikin ku  li Ewropa û seranserî cîhanê têkoşîna ji bo parastina Rojava bi biryar bidomînin.”