BI DÎMEN

Sezaî Temellî li Berlînê got: Yên ku aşitiyê dixwazin em in, û yên ku mijûl dikin ew in

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temellî, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna li diyasporayê. Temellî derbarê pêvajoyê de got: “Herkesî got em pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bikin, lê pêvajo dirêj bû.

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, bi beşdariya Wekîlê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezai Temellî civîneke gel hate li dar xistin.

Civîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê pêk hat, bi eleqeyeke mezin a Kurdistaniyan ve hate pêşwazî kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Temellî di axaftina xwe de pêvajoya siyasî ya li Kurdistanê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nirxand û bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo.

Temellî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û sêwirandina hin raporên siyasî û wisa got: “Di vê pêvajoyê de herkesî got em pirsgirêkan bi awayekî demokratîk çareser bikin. Hate gotin bila bigihîje encamekê. Hevdîtin bi dawî bûn lê pêvajo dirêj bû. Bahçelî jî li ser vê yekê hin tişt gotin. Ji bo fêmkirina mijarê, divê mirov li 15 sal berê binihêre.”

Temellî destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û diyar kir ku bi rêya rojnamegeran hin weşan tên kirin û hin partî dema raporên xwe dinivîsînin mijaran berovajî dikin. Temellî got: “Siyaseta ku raporên xwe dinivîsîne, bi hişê mijûlkirinê pirsgirêk paşguh kir. Weke DEM Partî, em bûn aliyê ku aştiyê dixwaze û me hewl da pêvajoyê baştir bikin.”

Temellî diyar kir ku xebatên ji bo pakêteke nû ya darazê û zagonên înfazê berdewam dikin û dê pêvajoyên vegera welat jî bên nirxandin.

Temellî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava jî nirxand, bal kişand ser pergala xirab a li Sûriyê û êrîşên çeteyan û wisa axivî: “Ew çeteyên ku li Kobanê sûc kirin, îro li Helebê heman rêbazan bi kar tînin. Di nav piştgirên wan de dewleta Tirk jî heye. Gavên ku tên avêtin, li dijî vê hişmendiya çetewarî, taktîkî ne.”

Temellî behsa erk û berpirsiyariyên Kurdên li Ewropayê jî kir û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna li diyasporayê û got: “Li pêşiya me rêyeke dûr û dirêj heye. Paradîgmayeke me ya bihêz heye. Divê em bêtir giranî bidin xebatan û xwedî li vê proseyê derkevin.”

Civîn piştî nirxandinên Temellî bi beşa pirs û bersivan berdewam kir û di katjimêr 18.00’an de bi dawî bû.