CENÎ: Merz Colanî vedixwîne, em dIdarizînin
Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, xwest ku serdana Colanî ku tê payîn di 19’ê Çileyê de ji bo Berlînê bike were betalkirin û bang li Elmanyayê kir ku ku dev ji rewakirina cîhadîstan berde.
Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, xwest ku serdana Colanî ku tê payîn di 19’ê Çileyê de ji bo Berlînê bike were betalkirin û bang li Elmanyayê kir ku ku dev ji rewakirina cîhadîstan berde.
Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, bi daxuyaniyekî nivîskî bertek nîşanî serdana Ehmed El Şara (Colanî) ku tê payîn di 19’ê Çileyê de ji bo paytexta Elmanya Berlînê pêk bîne, da. CENÎ banga rawestandina serdanê kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku vexwendina Colanî ji bo Elmanyayê hilbijartineke siyasî ya bi zanebûn e û wiha got, “Elmanya ji aliyekî ve dersînorkirina penaberan nîqaş dike, ji aliyê din ve jî Colanî wekî aktorekî siyasî rewa dike.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Colanî alternatîfekî demokratîk li ber rejîma Esas pêşkêş nake, berovajî pergalekî otorîter a nû li ser bingeha tirs û tundiyê temsîl dike.
Hate diyarkirin ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê, ji cihkirinên bi zorê û qetilkirina sivîlan, encamên bilindkirina Colanî di aliyê siyasî de ye. Di daxuyaniyê de bi taybet îşaret bi tundiya sîstematîk a li ser jinan hate kirin.
CENÎ, rola Elmanyayê bi gotinên tund rexne kir û destnîşan kir ku civaka Kurd bi salan in tê krîmînalîzekirin û Elmanya ji ber berjewendiya xwe ya siyasî çavê xwe li avaniyên olî yên radîal ên li Tirkiye û Sûriyeyê digre û hate gotin ku ev nêzîkatî ne li gorî mafên mirovan û nirxên demokratîk in.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em xwîna di destê Colanî de dibînin, em bêxemiya hikûmeta Elman dibînin û dibêjin, “Colanî li vir baş nayê pêşwazîkirin.”
BANGA ÇALAKIYÊ Û DAXWAZ
CENÎ, ragihand ku wê di 19’ê Çileya 2026’an saet 16:00’an de ji Brandenburg Torê heta Serokwezîrxaneta Federal bimeşin û li Wilhelmsgartenê mitîngê li dar bixin.
Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
Betalkirina hevdîtina hatî plankirin,
Zelalbûna hevdîtinên polîtîkayên derve,
Dawîanîna bilindkiirna aktorên olî yên radîkal ên wekî Colanî di siyasî de,
Piştgirîkirina bibiryar a hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê.