BI DÎMEN

Li Draguignanê li dijî komkujiya Helebê meşiyan

Bi sedan kesan ji bo protestokirina komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek li dar xistin. Di daxuyaniya li ber walîtiyê hat dayin de bal kişand ser pêşketinên li Rojava û banga hevgirtinê bi gelê Kurd re hat kirin.

Li bajarê Draguignan ê Fransayê li dijî komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meş hate lidarxistin. Meşa ku ji ber posteyê dest pê kir, heta avahiya walîtiyê berdewam kir.

Nêzîkî 400 kes beşdarî meşê bûn û li ber walîtiyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Draguignanê , Osman Sönmez axaftinek kir. Sonmez bal kişand ser pêşketinên dawî yên li Rojava û diyar kir ku Tirkiye û hevkarên wê bi çeteyên DAÎŞ'ê re hewl didin li dijî gelê Kurd qirkirinê pêk bînin.

Di çalakiyê de bal kişandin ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ev berxwedan parçeyek têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê ye.

Çalakî bi bangên hevgirtin û yekîtiyê bi dawî bû û di meşê de belavokên bi zimanê Fransî yên ku komkujiyên li Helebê şermezar dikirin hatin belavkirin.