Li Hoogeveenê meşa piştgiriya ji bo Rojava û Rojhilat

Li bajarê Hoogeveen ê Hollandayê êrîşên li ser Rojava û geşedanên li Rojhilat, hatin protestokirin. Ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat tevlîbûneke zêde ji bo meşê hate kirin.

Li bajarê Hoogeveen ê Hollandayê, ji aliyê Komaleya Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Ciwanan a Hoogeveenê, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava û Rojhilat, çalakî hate lidarxistin. Ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat tevlîbûneke zêde ji bo meşê hate kirin.

Meş bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre axaftvanên ku ji çar parêeyên Kurdistanê hatin, nirxandinên têkildarî mijarê kirin û bal kişandin ser yekîtiya gelê Kurd.

Beşdaran di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehid Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî QSD”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” û “Rojava, Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e” berzkirin.

Çalakî bi pêşandana tiyatroyê ya ji aliyê Komuna Ciwanan ve, bi dawî bû.