Li Elmanyayê der barê El-Şara de giliyê sûc hat kirin
Beriya serdana Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara (Colanî) yê HTŞ’yî bo Elmanyayê, der barê wî de giliyek sûcê yê lezgîn hat kirin.
Beriya serdana Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara (Colanî) yê HTŞ’yî bo Elmanyayê, der barê wî de giliyek sûcê yê lezgîn hat kirin.
Der barê Ehmed El Şara, bi tohmeta ku sûcên navneteweyî pêk aniye gilînameyek ji Dozgeriya Federal a Elmanyayê re hat şandin. Serlêdan bi awayekî lezgîn ji hêla parêzerê Kurd-Elman Necdal Disli ve hatiye pêşkêş kirin.
Di gilînameyê de tê gotin ku gumanên xurt ku El Şara qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer kiriye, hene. Her wiha tê gotin ku serlêdan li gorî Qanûna Cezayê ya Navneteweyî ya Elmanya, hatiye kirin.
Li Elmanya, sûcên bi vî rengî yên giran bêyî ku hemwelatîbûna sûcdar bigire dest, dikarin werin lêpirsîn kirin. Gilîname şîdeta sîstematîk a li dijî kêmneteweyan, koçberkirina bi darê zorê, êşkence û komkujiyan vedihewîne.
Dozgeriya Federal hîn wê têkildarê serlêdanê pêkanînek çawa bike ranegihandiye.