Parlamentoya Gallerê (Senedd) der barê êrişên li Sûriyeyê berdewam dikin û koçberiya bi darê zorê ya li herêmên Kurdan de daxuyaniyeke nêrînê weşand. Daxuyaniya ku ji hêla parlamenterê South Wales Central Rhys ab Owen MS ve hate amadekirin û bi îmzeya David Rees MS, Jane Dodds MS û Mike Hedges MS pêşkêşî parlamentoyê hate kirin, û bal kişand ser krîza mirovî ya ku gelê Kurd tê de ye; her wisa bang li aliyan kir ku demildest agirbestê ragihînin û dest bi diyalogê bikin.
Di daxuyaniya nêrînê ya bi sernavê “Piştgiriya ji bo aştî û hewildanên mirovî li Sûriyeyê” ku ji hêla Parlamentoya Gallerê ve hate pejirandin de, piştgirî hate dayîn ji bo hewildanên civaka navneteweyî yên bi armanca pêkanîna aştiyeke mayînde di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û hate destnîşankirin ku bi deh hezaran sivîl ji van herêman bi darê zorê hatine derxistin û ji ber tiştên diqewimin ‘fikarên kûr’ hatin ziman.
Di daxuyaniyê de referans hate dayîn ji bo banga Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê û hate xwestin ku hemû alî “vîneke herî mezin nîşan bidin” û şer demildest rawestînin û vegerin ser maseya muzakereyê. Seneddê diyar kir ku çareseriyên leşkerî li Sûriyeyê ji bilî wêranî û koçberiyeke zêdetir, tu encamên din bi dest naxin.
BANGA LI HIKUMETÊ HATE KIRIN
Seneddê hem bang li Hikûmeta Gallerê û hem jî li Hikûmeta Keyaniya Yekbûyî (Brîtanya) kir ku bi awayekî çalak piştgiriyê bidin hewildanên aştiyê yên ku li ser bingehê diyalog û tevdîrên mirovî li Sûriyeyê tên meşandin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew bi gelê Kurd re di nav piştevaniyê de ne.