Dadgeha Gelan a Daîmî (Permanent Peoples’ Tribunal- PPT) a ku di Sibata 2025’an de civiya, di rûniştina 54’an a Danişîna Rojava/TIrkiyeyê de bi îmzeya Şandeya Dadgeran li ser rewşa heyî ya Rojava daxuyanî da. Daxuyaniya ku ji hêla dadgerên bi navê Frances Webber (Serok, Îngîltere), Giacinto Bisogni (Îtalya), Domenico Gallo (Îtalya), José Elías Esteve Molto (Spanya), Czarina Golda S. Musni (Fîlîpîn), Gabrielle Lefèvre (Belçîka), Rashida Manjoo (Efrîkaya Başûr), û ji Sekreteriya Giştî ya PPT’ê Simona Fraudatario (Îtalya) û Gianni Tognoni (Îtalya) ve hatiye îmzekirin, ji saziyên hiqûqî yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî, dewlet û gelan hat xwestin ku li dijî binpêkirinên giran ên li Rojava berdewam dikin demildest têkevin nava liv û tevgerê.
SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
Di daxuyaniya PPT’ê ya ku di Çileya 2026’an de hatiye nivîsandin de hat destnîşankirin ku êrîşên berê “qesta taybet a qirkirinê (dolus specialis)" hatin kirin. Daxuyaniya PPT wiha ye: "Di Sibata 2025’an de, Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) delîlên şokdar ên derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava (bakur û rojhilatê Sûriyeyê) ku herî kêm heft sal in berdewam dikin guhdar kir. Ev êrîş; wêrankirina mal, zevî, zeytûn, mîrateya arkeolojîk, gund, bajarok û bajarên Kurdan hatin dagirkirin û Tirkkirinê digire nav xwe. Armanca van êrîşan jiholêrakirina nasname, hebûn û çanda Kurdan e. Dadgehê di biryara xwe ya Adara 2025’an de, gihîşt wê encamê ku Serokkomar Erdogan û wezîrên payebilind û general ji ber sûcên navneteweyî, di nav de sûcê êrîşkariyê, sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên mafên mirovan ên giran, sûcdar in. Ev encam nîşan didin ku qesta taybet a qirkirinê (dolus specialis) nîşan dide.”
LI SER JIYANA KURDAN GEF HEYE
PPT’ê diyar kir ku encamên nû nîşan didin ku dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gefê li ser jiyana Kurd çêdike û wiha domand: "Agahiyên nû ku ji hêla saziyên serbixwe ve hatine belgekirin û rasterast ji PPT re hatine şandin, nîşan didin ku êrîş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din zêde bûne. Dorpêçkirina deverên ku Kurd lê dijîn li Helebê, bi taybetî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê; êrîşên bêserûber ên top, roket û dronan rasterast hedefgirtina nexweşxane û karmendên tenduristiyê û astengkirina gihîştina pêdiviyên bingehîn ên mirovî - bi van hemûyan re ewlehî û domandina jiyana nifûsa Kurdên li van herêmên bi bandordar bûne, gef û xetereyên lezgîn û jiyanî derdixe holê."
ÊRÎŞ PLANKIRÎ NE, BERPIRSIYARIYA TIRKIYEYÊ YA NAVNETEWEYÎ HEYE
PPT’ê destnîşan kir ku êrîşên li ser sivîlan hatine plankirin û destnîşan kir ku Tirkiye di bin rêzgezên berpirsiyariya femandeyê de berpirsiyariya wê hiqûqî ya navneteweyî heye û ev tişt hatin gotin "Kuştin, birîndarkirin û koçberkirina girseyî ya ku jin û zarok di nav de ne; fikarên ku ev êrîş hatine plankirin û domdarî nîşan dide ku parçeya vê yekê ye. Ev rewş gumanên kiryarên ku ji hêla qanûna navneteweyî ve qedexe ne xurt dike. Belgeyên berdest nîşan didin ku komên girêdayî HTŞ (Heyete Tahrîr El Şam), kesên ku niha an berê di nav DAÎŞ’ê de xebitîne û hêzên çekdar ên wekîl ên ku bi piştgiriya leşkerî, lojîstîkî, îstîxbaratî û operasyonel a Tirkiyeyê re û di bin kontrola bi bandor a wê de dixebitin, rolek rasterast an nerasterast di van binpêkirinan de lîstine. Ev nîşan dide ku berpirsiyariya hiqûqî ya navneteweyî di bin rêgezên berpirsiyariya di bin fermandeyê de derdikeve holê. Ev tespîtek e ku di biryara Dadgeha Adara 2025’an de jî hatiye bidestxistin."
Daxuyaniya PPT’ê wiha berdewam kir: "Ragihandina taxên sivîlan wekî 'herêmên leşkerî', neçalakkirina navendên tenduristiyê û astengkirina alîkariya mirovî ne tenê binpêkirinên peyman û protokolên heyî yên ku armanca wan parastina sivîlan û sînordarkirina pevçûnên li herêmê ne, di heman demê de bi zanebûn paşguhkirina erkê bingehîn ê parastina sivîlan nîşan dide.
Ev geşedan dîtinên Dadgehê yên li ser binpêkirinên giran di warên mafên mirovan ên navneteweyî, qanûna mirovî û qanûna cezayî de xurt dikin û divê di çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de werin lêkolînkirin. Li gorî vê çarçoveya qanûnî, em bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî, dewlet û gelan dikin ku bêyî derengketinê li dijî van binpêkirinên giran ên ku li Rojava berdewam dikin têkevin nava liv û tevgerê. Bêcezatî xetera sûcên din zêde dike. Divê demildest mekanîzmayên çavdêriya serbixwe bên çalakkirin, berpirsiyar bên tepîtkirin û parastina bi bandor a sivîlan niha erkên lezgîn in."