People’s Bridge ji bo protestokirina Colanî li Berlînê bang kir: Ji bo cîhadîstan xalîçeya sor tune
People’s Bridge, bertek nîşanî amadekariya pêşwaziya dîplomatîk a ji bo Colanî li Berlînê da û ji bo 19’ê Rêbendanê bang li gel kir ku dakevin qadan.
People’s Bridge, bertek nîşanî amadekariya pêşwaziya dîplomatîk a ji bo Colanî li Berlînê da û ji bo 19’ê Rêbendanê bang li gel kir ku dakevin qadan.
People’s Bridge, li hemberî amadekariya Hikûmeta Federal a Elmanyayê ya ji bo pêşwaziya dîplomatîk a Ehmed Şera ku serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ye, bertekek tund nîşan da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tê payîn Colanî di 19’ê Rêbendanê de bê Elmanyayê û hate destnîşankirin ku ev rewş nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn:
"Di dema ku HTŞ ya ser bi El-Qaîdeyê li Sûriyeyê êrîşî bajarên Kurdan dike û serweriya xwe ya terorê berfireh dike de, tê dîtin ku Hikûmeta Federal a Elmanyayê ji bo cîhadîstê navdar Ehmed el-Şera ango Colanî li Berlînê amadekariya pêşwaziyeke dîplomatîk dike. Li gorî nûçeyên medyayê, tê payîn ku Colanî di 19’ê Rêbendanê de bigihîje Elmanyayê.
Colanî ji tawanên herî giran berpirsiyar e. Di dema serokatiya wî de kêmneteweyên wekî Elewî, Durzî û Kurd hatin şopandin û qirkirin. Îro li xwe kirina cil û bergên fermî, lê raboriya wî ya bi xwîn naguhere. Tevî vê yekê, hilkişîna wî ya ser desthilatdariyê ji aliyê dewletên Rojavayî yên wekî DYA û Keyaniya Yekbûyî ve bi awayekî siyasî hate piştgirîkirin.
Di heman demê de, dewletên paşverû yên herêmî yên wekî Tirkiyeyê, bi rêya HTŞ’ê hewl didin rêveberiya xweser a demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bikin. Armanc; tunekirina Şoreşa Rojava ye ku projeyeke parastina demokrasiya bingehîn, azadiya jinê û pirrengiya civakî ye.
Yên ku bi navê 'Dewleta Îslamî' (DAÎŞ) têk birin û Ewropa ji teroreke zêdetir parastin, şervanên Kurd û enternasyonalîst bûn. Îro jî tam ev hêz tên xwestin ku bi awayekî siyasî bên tecrîdkirin û li hemberî vê yekê cîhadîst tên rewakirin. Ev durûtiya siyasî skandalek e.
Em bang li hemû hêzên pêşverû dikin ku di 19’ê Çileyê de li Berlînê ji bo mafên demokratîk û hêviyên gelên Sûriyeyê dakevin kolanan; hem ji Hikûmeta Federal a Elmanyayê re û hem jî ji Colanî re bi eşkereyî nîşan bidin ku Berlîn tehemûlî celadan nake."