Peyama Trump a li ser destwerdana leşkerî ya Îranê: Divê bilez û bibiryar be

Hat ragihandin ku Serokê DYE’yê Donald Trump talîmat daye şêwirmendên xwe ku ji bo destwerdaneke leşkerî ya bilez û bibiryar a li dijî Îranê amade bibin. Lê li Qesra Spî derbarê hilweşîna bilez a rejîma Îranê ya piştî êrîşeke muhtemel de nezelaliyek heye.

Hat ragihandin ku Serokê DYE’yê Donald Trump vebijarka destwerdaneke leşkerî ya li dijî rejîma Îranê ji nû ve xistiye rojeva xwe. Li gorî çavkaniyên ku ji NBC News re axivîne, Trump talîmat daye şêwirmendên xwe ku planeke çalakiya leşkerî ya "bilez û bibiryar" amade bikin. Hat ragihandin ku Trump bi taybetî diyar kiriye ku destwerdaneke wisa divê nebe şerekî demdirêj û herêmî.

Rayedarên Amerîkî û çavkaniyên nêzîkî Qesra Spî diyar kirin ku Trump armanc dike ku "derbeyek bi bandor" li rejîma Îranê bixe, lê naxwaze ev bibe sedema pevçûneke demdirêj û herêmî. Şêwirmend hîn jî li ser kapasîteya bersivdayina Îranê û ewlehiya hebûna leşkerî yên Amerîkayê li herêmê bi fikar in.

Rayedar diyar kirin ku Îran dikare bi tundî bersivê bide êrîşên li ser tesîsên nukleerî û fuzeyan û ev yek dikare hêzên Amerîkî û hevalbendên wê yên li herêmê bixe xetereyê. Di vê çarçoveyê de, hat ragihandin ku Amerîka li herêmê hin tedbîr girtine, leşker û alavên leşkerî veguheztine noqteyên ewletir.

Li gorî agahiyan, bi sedan leşkerên Amerîkî ji ber xetereya bersivdayina Îranê ji Baregeha Hewayî ya El Udeid li Qeterê hatine vekişandin. Her wiha hat gotin ku Amerîka hêzek zêde li herêmê bi cih nekiriye, lê li dijî Îranê amadekariyên ji bo êrîşên hedefgirtî yan sînorkirî didomîne.

Trump di serdana Detroitê de bang li xwepêşanderên li Îranê kiribû, peyama "alîkarî di rê de ye" dabû û rewşa li welêt wekî "hesas" bi nav kiribû. Her wiha di daxuyaniya 14’ê Çileyê roja Çarşemê de diyar kiribû ku rejîma Îranê înfazkirina xwepêşanderan rawestandiye û planên darvekirinê betal kiriye. Trump hêvî kir ku ev agahî rast be û di heman demê de dubare kir ku ger pêwîst bike DYE ji bo destwerdana leşkerî amade ye.

Serokê DYE’yê di civîna ku bi tîma ewlehiya neteweyî re kir de ji Wezareta Parastinê xwestiye ku vebijarkên ji bo destwerdana leşkerî li dijî Îranê pêşkêş bike û ev vebijark roja Çarşemê ji wî re hatiye ragihandin. Rayedarên Qesra Spî anîn ziman ku Trump hemû vebijarkên derbarê mijara Îranê de li ser maseyê dihêle û baweriya xwe bi kapasîteya leşkerî ya DYE’yê tîne.

Li gorî raporê, Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) jî di rojên dawî de planên leşkerî yên ku wê pêşkêşî Trump werin kirin di ber çavan de derbas kiriye û nûjen kiriye.