Şehîdên Helebê li Viyanayê hatin bibîranîn
Li Viyaneyê şehîdên Rojava û Ziyad Heleb û Denîz Çiya ên ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn, hatin bibîranîn.
Li Viyaneyê şehîdên Rojava û Ziyad Heleb û Denîz Çiya ên ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn, hatin bibîranîn.
Li paytexta Awusturya Viyaneyê, ji bo bîranîna kesên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi fedayîyane li ber xwe dan û şehîd bûn, çalakî hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û ji bo bîranîna şehîdên Helebê sînevîzyon hate pêşandan. Nûnerên Komîteya Malbatên Şehîdan, PYD û Tevgera Jinan a Awusturyayê di bîranînê de axivîn.
Di axaftina li ser navê Tevgera Jinan de wiha hate gotin, “Çalakî û şehadetên ku demxe xwe li her demê didin hene. Kesên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber xwe dan û şehîd bûn, dîrok ji vê demê re nivîsandin. Denîz Çiya, Leyla Qasim û hevrêyên wan ên têkoşînê, xwedewendên Kurdistanê ne. Têkoşîna wan wê zîhniyeta baviksalarî û desthilatdar têk bibe û rola pêşeng di avakirina aştî û civaka demokratîk de bilîze.
Di axaftinan de îşaret bi girîngiya piştevanî û yekîtiya gelê Kurd hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîşên li Rojava û qirkirinên muhtemel yek ji astengiyên li pêşiya aştiya li Bakur e.
Di tevahiya bîranînê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” û “Şehid Namirin” hatin berkzirin.