Kurdistanî li gel dostên xwe bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê li Manchesterê li hev kom bûn û li dijî hewldanên qirkirinê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên li dijî gelê Kurd û êrişên li hemberî sivîlan meşiyan. Di çalakiyê de her wiha berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê hate silavkirin.
Meşê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Di çalakiyê de alên Tevgera Azadî, YPG, YPJ, Rojava û PJAK'ê hatin hildan. Her wiha tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Rojhilat" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin qîrîn.
Amara Colemêrg bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê daxuyanî da û diyar kir ku êrişên çeteyên rêveberiya Şamê sûcê şer, sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Liverpoolê Cûdî Rojava axivî û bang li saziyên navneteweyî kir ku dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî êrişan bîne.
Di daxuyaniya çapemeniyê de di şexsê Ziyad Heleb de şehîd bi hurmet hatin bîranîn.
Meş bi banga ji bo mezinkirina piştevaniya gelê Kurd û dewamkirina berxwedanê bi dawî bû.