BI DÎMEN

Di mizgeftên CÎK’ê de ji bo şehîdên Helebê nimêja cenazeyê ya xiyabî hate kirin

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK), ji bo kesên ku di êrişên HTŞ û çeteyên ser bi dewleta Tirk ên li ser taxên Kurdan yên Helebê de şehîd bûne, li mizgeftên xwe yên li seranserê Ewropayê nimêja cenazeyê ya xiyabî kir.

Piştî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku gelê sivîl kirin armanc, li mizgeftên ser bi CÎK’ê ve nimêja cenazeyê ya xiyabî hate kirin û Kurdistanî bi girseyî beşdar bûn. Piştî nimêja Înê, cemaatê rêz girtin û ji bo sivîl û berxwedêrên ku di êrişan de şehîd bûne dua kirin.

Di daxuyaniyên piştî nimêjê de hate destnîşankirin ku êrişên li ser cih û warên Kurdan li dijî hiquq û nirxên mirovahiyê ne. Di mizgeftên CÎK’ê de, ji bo parastina ewlehiya canê gelê sivîl bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bi hestiyarî tevbigere.

Di nimêjên ku li gelek bajarên Ewropayê bi hemdemî hatin kirin de peyama "gelê Kurd ê li Helebê ne tenê ye" hate dayîn.

Di xutbeyan de jî hate bibîrxistin ku ola Îslamê ferman dike ku mirov li pişt mazlûman bisekine; her wisa girîngiya piştgiriya civakî û yekîtiya neteweyî di vê pêvajoya dijwar de hate destnîşankirin.