Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê di 6’ê Çileyê de êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin û komkujî kirin. Komên çete yên ku beşdarî êrîşan bûn, di sala 2018’an de di dagirkirina Efrînê de cih girtibûn û paşê di bin navên Firqeya 60, 72, 76 û 80’an de ji nû ve hatin avakirin û bi Wezareta Parastinê ya Hhkûmeta demkî ya Şamê ve hatin girêdan.
Ev kom berê jî bi sûcên şer ên wekî bombebarankirina nexweşxaneyan, qetilkirina sivîlan, bêrêzîtiya li cenazeyan, êşkencekirina girtiyan gelek sûcên din hatibûn tawanbarkirin; delîlên dîtbarî yên van îdiayan di çapemeniya navneteweyî de hatibûn weşandin.
Balkêş bû ku roja ku êrîş dest pê kirin, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê António Costa li Şamê bi Colanî re hevdîtin kirin. Piştî serdanê, von der Leyen diyar kir ku di têkiliyên YE-Sûriyeyê de "qonaxek nû" dest pê kiriye û ragihand ku Yekîtiya Ewropayê wê îsal û sala bê bi qasî 620 mîlyon euro alîkarî û piştgiriya mirovî bide Sûriyeyê.
Piştî destpêkirina êrîşan li ser Helebê, koordînatorên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê; ji Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan Andreas Schieder, endamê Koma Çep (GUE/NGL) Per Clausen û ji Koma Tifaqa Azad a Kesk/Ewropayê Leoluca Orlando nameyek "lezgîn" û "girîng" ji Nûnerê Bilind ê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê re şandin.
Koordînatorê Koma Xebatê ya Kurd a Parlamentoya Ewropayê Per Clausen ê ku di nav îmzekerên nameyê de cih digire pirsên ANF'ê bersivand.
Divê Yekîtiya Ewropayê di derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê de çi helwest bigire? Li gorî we, berpirsiyariyên Yekîtiya Ewropayê ku ku dikevin ser hikûmeta Sûriyeyê û Komîsyona Ewropayê çi ne?
Difikirim ku divê Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de berpirsiyariyên Komîsyona Ewropayê bîne bîra wê. Em qebûl bikin an jî nekin, li hember van êrîşan nikarin ji berpirsyariya xwe birevin. Divê em bi zelalî ji hikûmeta Sûriyeyê re bêjin ku êrîşên li ser sivîlên li Helebê nayên qebûlkirin.
Di heman demê de, divê em daxwaz bikin ku hikûmeta Sûriyeyê bi zelalî rave bike ka ew ê çawa ewlehiya bi taybetî jî Kurdên ku li Helebê dijîn û hemû kêmneteweyên li welat misoger bike. Divê Yekîtiya Ewropayê li vir helwestek pir zelal bigire. Heta ku rêz nîşanî mafên mirovan û serweriya qanûnê neyên dayîn, ne bi piştgiriya darayî û ne jî bo gotinê divê em piştgiriyê nedin vê pêvajoyê.
Eger rêz nîşanî mafên mirovan û mafên kêmneteweyên cuda yên li Sûriyeyê dijîn neyên dayîn, ev rewş qet nayê qebûlkirin. Kurd yek ji mînakên herî şênber ên vê yekê ne; lê komên din ên kêmneteweyan hene ku di mehên dawî de li Sûriyeyê pirsgirêkên cidî dijîn. Ji ber vê yekê, divê Yekîtiya Ewropayê zelal be, bi eşkere daxwaz bike ka kî li pişt van êrîşan e û divê hikûmeta Sûriyeyê baweriya ku wê ji bo rawestandina êrîşan tedbîrên pêwîst digire, bide.
Tevî delîlên bombebarankirina nexweşxaneyan, kuştina sivîlan û êşkenceyên li Helebê li holê ne jî, hûn daxuyaniya YE ya piştgiriya bi sed mîlyon euroyan ji bo Sûriyeyê çawa dinirxînin?
Ev rewş qet nayê qebûlkirin. Ger helwestek zelal li dijî kesên ku berpirsiyarê van sûcan in tune be û tedbîr li dijî wan neyên girtin, ev piştgirî ne rewa ye.
Divê Yekîtiya Ewropayê ji hikûmeta Sûriyeyê daxwaz bike ku li ser bingeha rêzgirtina mafên mirovan Sûriyeyek demokratîk ava bike. Mafê kêmneteweyan hene ku xwe biparêzin; lê ev yek rasterast bi wê ve girêdayî ye ka gelo hikûmeta Sûriyeyê bi rastî amade ye. Mixabin, rewşa heyî berevajî vê ye.
Ez difikirim ku berpirsyariyeke cidî ya hikûmeta Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de heye. Divê Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyeyê bike ku bi ser hikûmeta Sûriyeyê re dawî li şerê ku li dijî Kurdan bîne. Îro, em bi zelalî hem hin komên îslamî yên girêdayî artêşa Sûriyeyê û hem jî bandora leşkerî û siyasî ya Tirkiyeyê li ser qadê dibînin. Tevî ku Kurdan ragihandine ku ew aştiyê dixwazin û çekên xwe danîne jî ev êrîş berdewam dikin. Ji ber vê yekê, hewce dike ku YE di têkiliyên xwe yên bi hem Sûriyeyê re û hem jî bi Tirkiyeyê re helwesteke pir zelaltir nîşan bide.
Rêberên YE’yê di roja destpêkirina êrîşan de bi Colanî re civiyan û vê yekê wekî "qonaxeke nû" ragihandin, gelo di warê mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de peyameke çawa didin?
Ev peyamek pir neyînî ye. Ew rewş ne li gorî nirxên Ewropayê, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî û pîvanên bingehîn ên YE’yê ne, lê çavdêriya ku dema pêwîst be divê wekî amûrekî werin bikaranîn diafirîne.
Em dibînin ku li dijî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve helwesteke pir zelal nîşan didin. Lê em heman nêzîkatiyê li Sûriyeyê nabînin. Eşkereye ku li wir berjewendiyên diyarkirî yên YE’yê hene û xuyaye ku ev berjewendî li ser parastina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî tê girtin. Ev pirsgirêkek pir cidî ye.
Me ev yek bi zelalî hem ji Serokê Parlamentoya Ewropayê Metsola û hem jî ji Komîserê Ewropayê Kallas re gotiye. Divê em nirxên xwe li Sûriyeyê jî biparêzin. Lê mixabin dîmena ku me heta niha dîtiye ne di vî alî de ye.
Herî dawî, divê li dijî hedefgirtina sivîlên Kurd gavên şênber ên çawa werin avêtin? Gelo divê siyaseta YE’yê ya li ser Sûriyeyê ji nû ve were nirxandin?
Divê di hemû hevdîtinin ku bi hikûmeta Sûriyeyê re hatine kirin de pir zelal bin. Heta ku rêzê nîşanî mafên Kurdan, Durzî, komên din ên kêmneteweyan û jinan nedin, ne pêkane ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Sûriyeyê bidomîne.
Em dixwazin li Sûriyeyê piştgiriya sîstemeke ku tê de demokrasî, mafên mirovan, mafên jinan û hemû kêmneteweyan misoger dike, bikin. Divê Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de helwesteke zelal bigire. Ez li Parlamentoya Ewropayê ji bo vê yekê dixebitim û ez bawer dikim ku ev têkoşîn wê piştgiriyeke berfireh bibîne.
Heke Yekîtiya Ewropayê bi eşkereyî mafên Kurdan, mafên mirovan û demokrasiyê li Sûriyeyê daxwaz neke, ne pêkan e ku ev siyaset li ser bingehek rast bimeşe.