Hunermendên Kurd: Pêdivî bi ‘Konseya Çalakiyan’ heye
Hunermenên Kurd ên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar ev tişt bang kirin: “Divê hemû partî û rêxistin werin cem hev. Pêdivî bi Konseya Çalakiya Sivîl heye.”
Hunermenên Kurd ên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar ev tişt bang kirin: “Divê hemû partî û rêxistin werin cem hev. Pêdivî bi Konseya Çalakiya Sivîl heye.”
Hunermendên Kurd Xelîl Xemgîn, Şemdîn, Cewad Merwanî û Hekîm Sefkan ji bo rewşa taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Koln ê Elmanyayê daxuyaniyek hevpar dan.
Li ser navê hunermendan Xelîl Xemgîn axivî û got: "Wek hunermendên vê civakê bangek me bi giştî heye. Di vê pêvajoyê de, di her alî de êrîş li ser gelê me çêdibin. Taybetî em bang li Kurdên Ewropayê dikin. Gelê Kurd bi mîlyonan li Ewropayê hene. Em bang li hemû siyaseta Kurd, hemû partî û rêxistinan dikin. Pêwîste hemû çalakî bi organîze û bi plankirî bên kirin. Her kes li ber xwe çalakiyan nekin. Pêwîste hemû çalakî were tevgerkirin. Pêdivî Konseyekê heye. Konseya Çalakiya Sivîl. Divê hemû partî û rêxistin werin cem hev. Divê her kes tê cih bigire.
Ev pêşniyara me yekîtiya me xurt dike û piştgirî dide welat. Ji bo ku berxwedana gelê me rêk û pêk pêş ve here bangek pêwîst e.
Hêviya me ew e ku her kes dengê me bibihîze û siyaseta civaka Kurd bikaribin bersiva banga me bide."