Êrîşên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zed ên Helebê, hêzên Kurd û demokratîk ên li Ewropayê xistin tevgerê. Meclîsên Komunên Şoreşger a Ewropayê (ADKM), Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON) û People’s Bridge (Pîra Gelan), êrîşan bi tundî şermezar kirin û banga parastina Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku HTŞ û piştgirên wî hewl didin destkeftiyên demokratîk, azadîxwaziya jinê û gel ên li Rojava tasfiye bikin. Hate diyarkirin ku êrîş ne tenê li dijî Kurdan, li diijî Elewî, Durzî û komên baweriyê yên cuda ne. People’s Bridge bi bîr xist ku di êrîşên ku bi tank û bombayan hatin lidarxistin de, heta niha 7 sivîl hatine qetilkirin û zêdeyî 50 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniyan de îşaret bi girîngiya piştevaniya di navbera gelan de û tevlîbûna li têkoşîna enternasyonalîst hate kirin. AVEG-KON’ê bang li hemû hêzên koçber û demokratîk kir ku li dijî êrîşên li ser Helebê tevlî protesto û mitîngên li seranserê Ewropayê bên lidarxistin, bibin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina desktkeftiyên demokratîk erkekî dîrokî ye û hate gotin ku berxwedana hevpar a gelan wê êrîşên çete û hêzên bi piştigirê emperyalîstan têk bibin.