Ayten Kaplan: Ji bo edalet û heqîqetê berê xwe bidin Parîsê!
Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir û got, "Em ê careke din li bîra meqamên Fransayê bixin ku weke gelê Kurd em li pey edaletê ne."
Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir û got, "Em ê careke din li bîra meqamên Fransayê bixin ku weke gelê Kurd em li pey edaletê ne."
Bi wesîleya salvegera 13'emîn a komkujiya Parîsê ku li paytexta Fransa Parîsê ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin, di 10'ê Çileyê de wê li Parîsê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Çalakî wê bi dirûşma "Heqîqet ji bo Edaletê" bê lidarxistin. Hate plankirin ku girseya gel li stasyona trenê ya Gare du Nord a Parîsê li hev bicive û ber bi Qada Republique (Komarê) bimeşe. Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan têkildarî bîranînê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di herdu komkujiyan de jî dewleta Tirk hatiye parastin.
Ayten Kaplan bi bîr xist ku di ser komkujiyê re ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin 13 sal derbas bûn û got, "Dewleta Tirk têkildarî komkujiyê hîn jî bêdeng e. Tetîkkêş hatibe darizandin jî li gel ku tê zanîn aktorê eslî dewleta Tirk e, hiqûqa navneteweyî bi cih nayê anîn."
'FRANSA KOMKUJIYAN ERÊ DIKE'
Kaplan ragihand ku ji ber şerha 'sira dewletê' lêpirsîneke xurt têkildarî Komkujiya Parîsê ya Yekemîn a 9'ê Çileya 2013'an nehatiye kirin, lewma di 23'ê Kanûna 2022'an de Komkujiya Parîsê ya Duyemîn qewimî û got, "Heqîqet di tarîtiyê de hate hiştin û di serî de Fransa welatên Ewropayê bi bêdengiya xwe komkujiyan erê dikin. Dema ku bê bibîrxistin ku welatên Yekîtiya Ewropayê xwedî sîstemeke xurt a îstîxbaratê ye, divê were zanîn ku nixumandina vê yekê nêzîkatiyeke polîtîk e. Ev komkujî bûyereke edlî ya li hemberî şexsan nîne.
Bi van komkujiyan re êriş li ser hebûna fîzîkî ya Kurdan hate kirin. Ji aliyê gelê Kurd ve ev êriş di heman demê de êrişek li ser têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Di heman demê de êrişek li dijî destketî û nirxên civakê ye. Ji wê jî wêdetir parçeyek ji qirkirinê ye ku êrişî dîrok, çand û hebûna gelê Kurd dike. Lewma ronîkirina komkujiyên Parîsê nebe nabe."
'DI 10'Ê ÇILEYÊ DE BERÊ XWE BIDIN PARÎSÊ'
Berdevka TJK-E'yê bal kişand ser girîngiya meşa ku 10'ê Çileyê roja Şemiyê li Parîsê bê lidarxistin û di dawiya axaftina xwe de got, "Eger daxwaza me ya ji bo edaletê bi cih hatibûya anîn 23'ê Kanûna 2022'an Komkujiya Parîsê ya Duyemîn nediqewimî. Di vê komkujiyê de wê Evîn Goyî ya ku temenê xwe da gelê Kurd û li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, hunermend û welatparêz Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil wê nehatibûna qetilkirin. Bêdengiya Fransayê bû sedem ku komkujiyeke din bê serê gelê Kurd.
Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re ku 27'ê Sibata 2025'an ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hate destpêkirin, misogerkirina mafên bingehîn ên Kurdan bi qanûn û destûra bingehîn re girîng e. Di serî de jinên Kurd em bang li gelê Kurd û dostan dikin ku beşdarî meşa navendî ya li Parîsê bibin. Em ê bi bîra meqamên Fransayê bixin ku em li pey edaletê ne, em ê heqîqetê nîşan bidin û di vê mijarê de têkoşîneke bi israr dimeşînin. Ji ber vê jî divê 10'ê Çileyê her kes berê xwe bide Parîsê."