LFI: Divê Fransa li dijî êrîşên li ser Kurdan helwestek xurt raber bike

Koma Fransa ya Serî Natewîne ya Meclîsa Neeteweyî ya Fransayê (LFE), êrîşên li dijî Kurdan ên li Helebê şermezar kirin û bang li dewleta Fransayê kirin ku demildest helwestek xurt raber bike.

Koma Meclîsê LFI, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Artêşa Sûriyeyê êvara 6’ê Çileyê li Helebê êrîşî taxên Kurdan a li Helebê ya li bakurê Sûriyê kir."

LFI, qurbanî û sivîlên birîndar bibîr xist û wiha domand, "Ev êrîş piştî girtina rêyên ku ber bi taxên Kurdan ve diçin û qutkirinên elektrîk û derbasbûna sotemeniyê yên ji destpêka salê ve berdewam dikin, hat. Em van êrîşên ku bi rengekî eşkere qanûna navneteweyî binpê dike û sivîlan hedef digire bi tundî şermezar dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Em bang li Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dikin ku helwesta xwe ya dîplomatîk û siyasî ji bo agirbestek lezgîn pêk were nîşan bide û Kurdan ku ji sala 2019’an vir ve di şerê li dijî DAÎŞ’ê de hevalbendên me ne, biparêze."

Peymana civakî ya li Rojava ku li ser tevlîbûna xurt a jinan û jiyana hevpar a gelên Kurd, Ereb û Suryaniyan hatiye avakirin, modelek xurt û bêhempa ji bo ji nû ve avakirin û îstîqrara welêt pêşkêş dike.

Divê mudaxeleyên biyanî, bi taybetî yên hikûmeta Erdogan ku berdewam zextê li Kurdan dikin, dev ji helwesta xwe di vê pevçûnê de berdin.

DIVÊ FRANSA HELWESTA XWE YA JI BO KURDAN Û AŞTIYÊ BI ZELALÎ NÎŞAN BIDE

Em daxwaz dikin ku demildest dorpêça li ser taxên Kurdan bên rakirin û diyaloga ku Kurdan ev demeke dirêje bi hikûmeta nû re dabû destpêkirin, ji nû ve dest pê bike. Divê li ser bingeha demokrasî, nenavendî, edalet, wekhevî û jiyana hevpar çareserî bê pêk anîn.

Divê Fransa ji bo aştî û naskirina mafên bingehîn ên gelê Kurd helwesteke zelal û xurt nîşan bide. Divê ew di nava saziyên Ewropa û navneteweyî de ji bo diyalog, lihevkirin û xurtkirina aştiya mayînde pêşengî bike.”