EWROPA
Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe ya Têkildarî Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê li Parlamentoya Ewropayê rapora xwe ragihand. Di raporê de li ser girîngiya mafê hêviyê, perwerdehiya zimanê dayikê, beşdariya jin û civaka sivîl rawestiya.
Li bajarê Cali ya Kolombiyayê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) çalakî hat lidarxistin. Çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin hat li ser Girê Cross ê dîrokî hat lidarxistin û bi peyama “Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne" mand
Mustafa Karasu yê ku ji bo bîranîna li Mannheimê ya ji bo birayên Goksungur peyamek şand, diyar kir ku li rojavayê Firatê tinekirina Kurdewariyê û tirkkirin tê armanckirin û got ku divê gel mîna şehîdan li hemberî polîtîkayên qirkirinê bisekine.
Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo li ber parlamentoyê kom bûn.
"Nobetê Azadiyê ya ji Rêber Apo re azadî” ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 278’an de ye. Di çalakiyê de bang hat kirin ku ji bo Rêber Apo “mafê hêviyê" û biryarên DMME’yê bi cih bînin.
Hemû Nûçe
-
-
-
Mehmet Karaca salek şûnde hat berdan
Mehmet Karaca yê ku par bi hinceta "endamtiya PKK’ê” hatibû girtin, îro hat berdan. Karaca diyar kir ku di rojên pêş de wê derbarê pêvajoya hiqûqî de daxuyanî were dayîn.
-
Ji Macron û Zelenskiy lihevkirina parastinê ya ‘dîrokî’
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokkomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy, li baregeheke hawayî ya li nêzî Parîsê lihevkirineke ‘’dîrokî’’ ya têkildarî xurtkirina balafirên şer û kapasîteya parastina hewayî yên Ûkraynayê îmze kirin.
-
-
-
Li Mannheim’ê banga rûbirûbûna komkujiya Dersimê
Li Mannheim’ê di salvegera 88’an a darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de banga rûbirûbûnê derket pêş. Hat diyarkirin ku divê bi belgeyên arşîvan û şahidan berpirsyariya dîrokî were bibîrxistin.
-
-
-
-
-
-
Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku di 16’ê Mijdara 2000’an de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna malbat, hezkirî û TEV-ÇAND Fransayê ve li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn. Li bîranînê stranên Kaya yên tên hezkirin, hatin vegotin.
-
Ji bo du birayan li Freiburgê bîranîn hate lidarxistin
Di bîranîna Şiyar Destîna Zana yê ku di 11ê Tebaxa 2020an de li Metînayê şehîd bû û birayê wî Xemgîn Siyamend ê ku di sala 2017an de li Mêrdînê şehîd bû de, girêdana bi Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk re hate ragihandin.
-
-
-
-
-
Li Kolnê Komeleya Çand û Hunerê ya Jinan hat vekirin
Li Kolnê Komeleya Çand û Hunerê ya Jinan a hat vekirin. Komale armanc dike ku bandora jinan di hilberîna hunerî û çandî de zêde bê xuyakirin. Di resepsiyonê de performansên muzîkî û çalakiyên kevneşopî hatin pêşkêşkirin.
-
Pêşeroja Kurdan a li Îranê wê li Londonê were nîqaşkirin
Li Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî, wê paneleke navneteweyî ya li ser mijara cihê Kurdan a li Îranê ya piştî Komara Îslamî ya Îranê, bê lidarxistin. Endamê Meclîsa PJAK’ê Siyamend Mûînî wê têkoşîna demokrasî û rêveberiya xweser a Kurdan binirxîne.
-
Li Hannoverê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsên Gel a Salzgitter û Hannoverê ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan ên li herêmê tevlî çalakiyê bûn û îşaret bi têkoşîna azadiyê jinê, bangên aştiyê û mîrateya şehîdan hate kirin.
-
-
MAF-DAD kongreya xwe ya asayî ya 2025’an li dar xist
Komeleyê xebatên xwe yên salekê bi endamên xwe re nirxand û plana xebata xwe ya ji bo serdema nû diyar kir. Di kongreyê de binpêkirinên "mafê hêviyê" yêb li Tirkiyeyê, rejîma cezayê, têkiliyên navneteweyî û pêvajoya aştiyê hatin nîqaşkirin.
-
-