Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî komkujiya 23'ê Kanûna 2022'an a li Parîsê daxuyaniyek da ku di encamê de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku aliyê navneteweyî yê komkujiya duyemîn a li Parîsê li ber çavan e û hate destnîşankirin ku êriş ji aliyê dewleta Tirk ve li Enqereyê hate plankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, bi komkujiyê re êriş li ser tevgera azadiyê ya jinê hate kirin ku li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye hêvî ji tevahiya cîhanê re. KCDK-E'yê diyar kir ku Evîn Goyî bi taybetî ji ber vê yekê hate qetilkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelê Kurd şer meşand û di vî şerî de jî pêşengî û îradeya jinên azad kir hedef. Kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn jî weke mînak hate nîşandan û di şexsê Bîlgîn de ku 19'ê Kanûnê hate qetilkirin hemû şehîdên çapemeniyê bi hurmet û minet hatin bîranîn.
Di daxuyaniyê de komkujiya 2013'an hate bibîrxistin ku di encamê de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin û hate ragihandin ku ji ber dewleta Fransayê komkujî ronî nekir, komkujiya duyemîn a Parîsê rû da.
Lewma işaret bi hevkariya dewleta Fransayê hate kirin û hate gotin, Fransa û welatên din ên Ewropayê zemînê dide polîtîkayên qedexe û krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li Ewropayê, dostan, alîgirên demokrasî û azadiyê hate kirin ku têkoşînê mezin bikin û komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar bikin. Her wiha ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava bang hate kirin ku weke navenda şoreşa azadiya jinê hate pênasekirin.