Şoreşgerê Kurd Aktaş ê ku 40 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn
Şoreşgerê Kurd Mustafa Nazif Aktaş ê ku 40 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe li Goristana Père Lachaise hat bîranîn.
Şoreşgerê Kurd Mustafa Nazif Aktaş ê ku 40 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe li Goristana Père Lachaise hat bîranîn.
Piştî bîranîna nûnera tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), muzîkjen Mîr Perwer û endamê komeleyê Abdurrahman Kizil ên ku di 23’yê Kanûna 2022’yan de li ber Navenda Demokratîk a Kurdistanê ya Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin, şoreşgerê Kurd Mustafa Nazif Aktaş ê ku 40 sal berê di heman rojê de hatibû qetilkirin li ser gora xwe hat bîranîn.
Kadroyê PKK’ê Aktaş di 23’yê Kanûna 1985’an de rojek beriya Noelê di encama êrîşa plankirî ya rêxistina bi navê "Yekîtiya Çep" li dijî girseyeke welatparêz a li ber stasyona metroyê ya Saint Denis a Parîsê kom bûbû, şehîd bûbû.
Nûnerên rêxistinên Kurd û gelek Kurdên li Parîsê dijîn li Goristana dîrokî ya Père Lachaise ku yek ji goristanên herî navdar ên cîhanê ye, kom bûn.
Li ser kevirê gora Aktaş bi zimanê Fransî nivîsa "Bijî têkoşîna me. Têkoşîna te ya ji bo Kurdistaneke serbixwe û azad wê timî wekî alekê rêya me ronî bike. Milîtanê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê."
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser têkoşîn û biryardariya Aktaş axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: “Cih û mekan ku derê dibe dila bibe ew li her derê şoreşger bû."