Şehîdên Parîsê, Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Hildesheimê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê û pêşengên têkoşîna jinên Kurd Berfîn Nûrhaq û Sema Roza yên ku di demek nêz de şehadeta wan hat ragihandin hatin bibîranîn.
Şehîdên Parîsê û pêşengên têkoşîna jinên Kurd Berfîn Nûrhaq û Sema Roza yên ku di demek nêz de şehadeta wan hat ragihandin hatin bibîranîn.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, bi pêşengiya Komuna Jinan a Meryem a Hildesheimê û Meclisa Jinan Ronahî ya Hannoverê li bajarê Hildesheim a Elmanyayê hatin bibîranîn. Di heman demê de pêşengên têkoşîna jinên Kurd Berfîn Nûrhaq (Hanim Xanê Demîr) û Sema Roza (Încî Sumbul) ên ku di demek nêz de şehdeta wan hat ragihandin, hatin bîranîn.
Di şexsê şehîdên Parîsê de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê hevserokên Meclisên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên Hannover û Hildesheim, Komîsyona Malbatên Şehîdan, Tevgera Jinên Ewropayê û Meclisên Komuna Şoreşger ên Ewropayê (ADKM) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyama "Ronahiya ku bi navê xwe dijî - Bîra Jin Jiyan Azadî, şehîdên şoreşger ji bo demê nayên hiştin; ew emanetî dîrok û bîra gel in."
Di bîranînê de şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Abdurrahman Kizil, Mîr Perwer, Berfîn Nûrhaq, Sema Roza, Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan, Agir Stêrk, Mehmet Axîn û Argeş Cûdî hatin bîranîn û gotin, "Ew ne tenê nav in; ew navên bîra gelê berxwedêr in ên ku navên meşa bi rûmet a azadiyê bi îradeya jinan mezin dikin.”
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ev bîranîn ne şînek e, helwestek hişmend û siyasî ya li dijî jibîrkirin û jêbirinê ye. Hat destnîşankirin ku Jin Jiyan Azadî a ku bi pêşengiya jinan mezin dibe, îfadeyek exlaqî, dîrokî û îdeolojîk e û wiha domand: "Bêdengiya ku li Parîsê tê ferzkirin veguheriye biryardariyek mezin. Heqîqet sînoran nas nake. Bîr bi destên jinan tê hilgirtin û têkoşîn berdewamiyê bi dest dixe. Dema ku navên wan têne gotin ne mirin, berxwedan mezin dibe. Ne bêdengî, berpirsiyarî kûr dibe."
Axaftvanan anîn ziman ku hevrêyên wan di her kêliyê de bi heman helwest û dilsoziyê ji bo azadiyê meşiyan û peyama "Ev meş ne dawî ye; ew biryardariya jiyaneke mirovî ye. Jibîrnekirin ne girêdanek e, biryardariya azadiyê ye" hat dayîn.