BI DÎMEN

Li Saarbruckenê êrîşên hêzên hikûmeta demkî yên li Helebê hat şermezarkirin

Li Saarbrucken a Elmanyayê êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, hatin şermezarkirin.

Li Saarbrucken a Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd êrîşên li ser taxên Kurdan li Helebê hatin şermezarkirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya ku li navenda bajêr hat lidarxistin, bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî hat xwendin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên li dijî gelê Kurd li Helebê hatin şermezarkirin û bang hesasiyetê li civaka navneteweyî hat kirin.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.