Malbatên Kurdistanî yên li Kanadayê di şahiya sersalê de li hev civiyan

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê di "Kombûna Sersalê" de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê li hev civiyan.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn û bal kişandin ser ked û berdêla malbatên Kurdistanî dane û got, "Di têkoşîna Kurdistanê de keda we heye."

Hevserokan diyar kirin ku civaka Kurd a li Kanadayê mezin dibe, lewma salona heyî têra pêwîstiyan nake, ji ber vê jî ew di nava hewldana peydakirina cihekî hîn fireh de ne.

Di kombûnê de peyamên yekîtî û piştevaniyê hatin dayin. Malbat li hev kom bûn û zarok şa bûn.

Endamê Parlamenta Eyaleta Ontario û Parlamenterê NDP'ê Tom Rakocevic jî beşdarî şahiyê bû, ji bo gelê Kurd peyama piştgiriyê da û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Di şahiyê de diyariyên sala nû li zarokan hatin belavkirin.